April 28, 2024

Xemgîn Remo

Ez ne poşmanim
Ku min rîsê dilîniya
Bi teşiya evîna te diristin
Û mirîdê du çavên te bûm
Ey şêxa vînê …..
Di cîhanek mijokî de
Hevendekî gandêre
Di kûr geliyên bi saw de
Şopdar û bîndarê miska te bûm
Te jî bi tîrên xwe
Her xwîn dirjand ji birînê …

Erê canê , can şêrînê…

Ezîz Xemcivîn

Mirin e,
an jî xewn e,
ez nizanim!
Man e,
an jî neman e,
ez wê jî nizanim!
Çira ye,
bi hilmekê kêferatê dike,
bi hilmekê hiş divemirîne!

Dengvedana sawekê ye,keldûmana hizira tunebûnê diferikîne..
Li pêşberî te nawestim û narawestim,
ji min ve tevdaneka kelegirîn e!
Li pey rewrewkê me,
ew ne av e,
na na ne mîrkutê hişyariyê ye
û ne tovê bişkuvîn e!
Sêdar e dem,
bi min û…

Brahîm Mehmûd
Çi du dilan dighîne hev?
Ramîsanek
Çi du dilan ji hev dûr dixe?
Ramîsanek
Çi jiyanê bi rê dike?
Ramîsanek
Çi karê rojane bi ber dike?
Ramîsanek

***
Di navbera asîman û xakê de
Ramîsanek heye
Di navbera av û xakê de
Ramîsanek heye
Di navbera şev û rojê de
Ramîsanek heye
Di navbera germ û sermê de
Ramîsanek heye
Di navbera çav û asoyê de
Ramîsanek heye
Di navbera hizr û hestê…

 

Ehmed Tahir

Li ber çava,li her derî
Di eşqa yarê,min xwe dî
Pir xuya ye yar ji sedî
Bi tosina ji xwe fedî
Pir xweşikin lêv û zenî
Şewqê veda dema kenî
Min got tiwî naz rewşenî
Got belê raste ezbenî
 
Di evînê dil kelkilî
Dema yarê hat vî milî
Çav û lêvan kirin gilî
Ling ji kêfa zû terpilî
Bi hatinê rewş xemilî
Pir sipî ne dest û…

Inge Dreyer/Îngê Direyer
Wergerandin ji Elmanî: Tengezar Marînî

Ewr giran in
Li daristan û ser rêyan.
Gul û belge
Li ser baranê digirîn
Cîîhan xemê dikișîne
Belê hemî bextewerî
reviyan
û bi hev re di nava min de —
der bû
Hinavê min
bi germahiya te
hate dagirtin?
Her tișt baș e.
Ez li nik te me.

TUDema îro êvarê
piștî çend rojên bendewariyê
di nav xemnakî û mijê de
ji awiran
Tîrêjeke rojê da…

Şêrîn Ebdo

Dema ko dengê evînê dil mest bike,
êdî hest bêzar namîne..
Dema ko sawa hestan hinava min bilerizîne,
êdî henase ji hilma te têr dibe..
Dema ko dara miradan siha xwe li ser pişta nervînê vede,
êdî motika hezkirinê di giyanê min de germ dibe..

Li ber deriyê ewî bajarî,dema ko zeytûn bi silavê dilê axê xweş dike,
êdî Perwane jî…