PEYALA ELENDÊ


Xemgîn Remo

Ez ne poşmanim
Ku min rîsê dilîniya
Bi teşiya evîna te diristin
Û mirîdê du çavên te bûm
Ey şêxa vînê …..
Di cîhanek mijokî de
Hevendekî gandêre
Di kûr geliyên bi saw de
Şopdar û bîndarê miska te bûm
Te jî bi tîrên xwe
Her xwîn dirjand ji birînê …

Erê canê , can şêrînê
Kaniya jan û jînê …
Te diviya min şîrveke
Û ez berxê li dûv makê
Dibarriyam bi keser û nalînê …
Hîn jî şewşena te dilrevîne
Tu pertûka ol û dîne
Dastanek nehatiye nivîsandin
Û ji xwe helbest
Nikare barê te hilîne …..
Belê xanê , xan lewendê
Peyala dawî ya vîna xwe
Bi elendê re bidî min
Jaremar be yan canvejîn be
Tê min bikuje yan bifirîne ….

***************

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…

SEÎD YÛSIF

Kurdistan têgihek cografîyê, yek perçeye ji hev cuda nabe. û hem dibe yek ji kevintirîn xak, ku mirov têde niştecî bûye, û herwiha jêder û çavkaniya şaristaniyê ye

Ji dema ku împeratoriya mîdya di sala 550 B.Z hat rûxandin ew hîna bi serxwe ve nehatîye, û ne bûye yek…

Ezîz Xemcivîn

Rojavayê Kurdistanê dikele
û dilên me dikelîne..
Agir bi dexl û danê me ketiye
agir, me bi pêtiyên bêbextiyê disojîne…
Agir dêwekî devbixwîn e,
laşê min bi destê bêsozan disojîne…
Bîrîna me ne tenê Hocan û Sîpan e
û ne tenê zindaniyên Kobanî ne,
serjêvekirina kêşeyeka sêwî,
bê xwedan û kurdîniya Kurdên bê xwedî ne…
Serê me bi kêrgemara xwe…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Bi te bûme helbestvan
Bi hest û vîn û raman
Kevoka ber dilê min
Karxezala kurdistan
Tu pîrozî tu cejnî
Bi te şahî dibin can
Hemî cejnên buharê
Bi te dibin gulistan
Vîna min û te cejne
Avdar dibakê nîsan
Gul û sînem geşdibin
Dibê sema û dîlan
Digel Reqsa botanî
Bi şêxanî bablekan
Bihna gula difûrê
Şaxdidin gul û rîhan
Hest û dilê me…