Sawa Hestan


Şêrîn Ebdo

Dema ko dengê evînê dil mest bike,
êdî hest bêzar namîne..
Dema ko sawa hestan hinava min bilerizîne,
êdî henase ji hilma te têr dibe..
Dema ko dara miradan siha xwe li ser pişta nervînê vede,
êdî motika hezkirinê di giyanê min de germ dibe..

Li ber deriyê ewî bajarî,
dema ko zeytûn bi silavê dilê axê xweş dike,
êdî Perwane jî dê sîngûberê buharê biramîse..
Li sivdera ewî bajarî,
xunceya dilrevîn dibişkive û min ji te hez kir..
Ez û te û zeytûn bi axê re hevpar in..
Ez û te bi berbangê re di çavên arî de hilhatí ne..
Êdî ez û te û ewî bajarî,
şaristaniya evîneke pîroz in..
Êdî li ewî warî,
ez û te dê azad bi yek rewanî bifirin…

04.04.2024

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Emel Hesen

Serok û serkêş Pêşmerge ye
Xak û weten Pêşmerge ye
Al û netew Pêşmerge ye
Sûnd û peyman Pêşmerge ye
Berz û bilind Pêşmerge ye

Rêbaza Gel Pêşmerge ye

Şoreş û milet Pêşmerge ye
Ceng û ceper Pêşmerge ye
Eylûl û Golan Pêşmerge ye
Mahabad û Koban Pêşmerge ye
Kurdistana sor Pêşmerge ye

Raperîna Gel…

Ebdilbaqȋ Elȋ

Sûriya ȋro qonaxeke veguhêz ya hestyar derbas dike; qonaxek ku piştî guhertinên siyasî yên mezin û kûr hatîye sazkirin û rastiyeke nû derxistiye holê ku pêdivî ye deriyȇ guftȗgo ȗ diyalogȇ li ser şêwazȇ dewletê û paşeroja saziyên wê were vekirin, ku di serȋ de Encȗmena Gel tê, ku yek…

Rabhan Ramadan

Piştî ku kurê wê diranên xwe şoştin û çû ser cihê xwe, wê dengê hûrehûra kûçikekî li ber derî bihîst; hûrehûreke ku jê re ne xerîb bû… Wê bi lez derî vekir da ku kûçika xwe bibîne, ya ku berî çend mehan bi kûçikê cîranan ê hov re reviyabû.. Wê…

Hişmend Şêxo

“Şêst û Neh sal xebat li dijî zordariyê”

Di dawiya sala (1956)an de Sê niştiman perwerên kurd (Osman Sebrî , Ebdilhemîd Derwîş û Hemzê Niwêran) yekem rêxistina rêzanî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê bi navê (Partiya Kurdên Demoqratên Sûrî) damezrandin û hêjayî gotinê ye ku rêznama wê ya bingehî bi Zimanê Kurdî bû , û…