December 2023

 
Di dîroka / 13 / 12 / 2023an de komîta navendî ya ku ji kongirê Şazdemîn a “Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê” hatiye hilbijartin civîna xwe ya Yekem li darxist.
Civîn di heyameke hevaltî û bi berpirsiyariyeke bilind karnameya karê xwe gotûbêj kir û ev xal li xwe girtin :
– Pêşindana biryarên kongir…

Di dîroka (8-9-10 / 12 / 2023an) de “Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê” kongireya xwe ya Şazdemîn di bin van siloxanan de li darxist :
– Demoqratî ji Sûriyê re û mafên netewî yên rewa ji gelê kurd re.
– Danûstandin di navber sûriyan de şêweyê herî li pêşe ji çareserkirina qeyrana Sûrî re.
-…

Konê Reş

Berî çend salan mamoste Kovan Xankî ji zankoya Duhokê çend pirs li dor helbestvaniya Apo Osman Sebrî ji min re şandin; helbestvaniya wî, kesayetiya wî û qehremaniya wî.. Min jî, ev bersiv lê vegerandin. Fermo xwendevanên ziman û toreya Kurdî pirsên wî û bersivên min bixwînin.
1 – weke diyar ku Osman Sebrî berhemên kilasîk…

 
Dr. Phil.Ebdilmecît Şêxo

Kê got Zekiyê Maratê mir ?
Niştimanperwer û têkoşerên gelê xwe namrin !
Gelparêz di dilê gelê xwe de herdem zindî ne !
Siyasetmedar Zekî Hac Ehmed bi navê Zekî Maratê li seranserê Rojavayê Kurdistanê hatiye naskirin.
Lê gelo ew bi çi hatiye naskirin ??
Zekî Hac Ehmed li gundekî mezin, li ser sîngê pesarekî, di hembêza dayikek …

 
Hejmara (20) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.
Dosyaya vê hejmarê (Cewher û girîngiya wêjeyê) ye, ji pêşekiya hejmarê:
“Wêje xwedî girîngiyeke mezin e, ya herî girîng jî ew e ku wêje têgihaştina giştî ya civakê zêde dike, her wiha derfetên hînbûna li ser rêya jiyanê û…

Adil Xelîl – Siwîsra

Di 12.05.2018 an de, ez çûm Vienna, da ku hevpeyvînekê li gel Dîroknasê kurd, nivîskar Profesor Celîlê Celîl bikim. Sedemên vê hevpeyvînê gelek bûn, lê ya sereke ew bû, ku 50- salîya koça dawî ya Zimanzan Reşîdê Kurd bû. Me kar dikir ku em hemî berhemên Reşîdê Kurd, çi Rêziman a wî,…

 
Konê Reş

Ji mêj ve, min divîbû şarê Cizîra Botan bibînim. Ne tenê dîtin, lê belê ku çend rojan jî lê bimînim, lê razêm û çarşiyên wê ji nêzîk ve bibînim, bi xelkên wê re biaxifim.. Jixwe serdana gora Mem û Zîn, Melayê Cizîrî, Medreseya Sor, Birca Belek, gora Nebî Nûh xewnek ji xewnên min bû….

Xizan Şîlan

hespê min yê çeleng
ber bi çirûskên hêviya pêşerojê ve
dibeze
li reştariya siya şevên xewle
şewqa çira dilê xeşîm
dibiriqe
erdên bejî û zîwa
bi gulgenimên zeviya şîn
zîl dan

ji parzûna salên tehl û tirş
şîrê jiyaneke şêrîn
dipale
pêlên wîzewîza
bayê vejînê
di perdeya guhên min de
pistepist in
li meydana şahî û dîlanan
agırê meşaleya newrozê
gur û şên bû
bêhna sosin
û beybûnên azadiyê
ji erdnîgariya axa qedîm
difûre
ax…

Roja Yekşemê rêkeftî 03.12.2023, li bajarê Dortmund, li ser vexwendina Komîteya amadekar, ya ko ji çend kesên serbixwe pêkhatibû, bi sedan kes wek nûnnerên corbicor ji pêkhateyên revenda Kurd li Ewropa, ji kesayetiyên civakî û rewşenbîrî, komele û rêxistinên civaka sivîl, herweha hêzên siyasî, li hev civiyan; mijara civînê guftûgoya rê…

Mizgîn Hesko

Valahiyeke berfereh
Û asîmên…
Gelawêj ber bi sînga xwe ve biribû…
Dil…
Sirûda navê te
Bi hêminî dilorand…!

Heyiv…
Ji westanê zîz…!
Di reşahiya mayinde de
Bi tenê…
Stêreke hişiyar
Ber bi gerdûna evînê
Çavên wê
Heyîn diteyisîn…!

Valahî…
Û di gupkên kulîlkan de
Li ser destên tariyê
Perwane…
Di xew ve çûyî bûn…!

Bi tenê…
Pirîskên roniyê
Dilkên di bişkojên hêviyê de vemirandî
Lavij vêdixistin…!

Bêdengî…
Û xuşxuşa deryayê
Pêlên teredîn
Xwe çemdikirin
Çîmên latên beravê
Xalxalên di…