Daxuyanî ji civîna Yekem a Komîta Navendî ya Partiya Pêşverû

 

Di dîroka / 13 / 12 / 2023an de komîta navendî ya ku ji kongirê Şazdemîn a “Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê” hatiye hilbijartin civîna xwe ya Yekem li darxist.
Civîn di heyameke hevaltî û bi berpirsiyariyeke bilind karnameya karê xwe gotûbêj kir û ev xal li xwe girtin :
– Pêşindana biryarên kongir û gotobêjkirina wê di pêşketin û pêşxistina karê rêxistinî di hundir desteyên partîzanî de , û li gor resenên rêxistinî û pirensîbên dîmoqratî yên ku tizûka navxweyî û biryarên kongir pesend kirine.
Herwiha tekezî li ser regezên lêpirsînê hate kirin ji bo parastina partiyê ji diyardeyên neyênî yên ziyanê dighînin rêxistinê û rewabûna partîzanî.
– Gotûbêjkirina mîkanizmên sazkirina nivîsgeh û desteyên partîzanî di nav komîta navendî de li gor pêşhat û pêşketinên vê demê.
– Hilbijartina sekreterê partiyê û cîgirê wî li gor tizûka navxweyî ya ku kongirê Şazdemîn pesend kiriye.
Di vê çarçewê de mezintirîn endamê komîta navendî ya partiya me heval Umer Cefer serokatiya civînê kir û civîn bi rêve bir , di destpêka gotina xwe de xêrhatina hevalan û pîrozbahiya wan kir ku baweriya kongir standin ji serkirdayetya partiyê re.
Piştre gotûbêjeke dirêj di derbarê mîkanizmên karê rêxistinî de hate kirin ji bo pêşxistina xebata partîzanî li gor pêşhat û pêşketinên di vê qûnaxê de da ku karibe li hember astengiyên ku li hember gelê me û tevgera wî ya rêzanî raweste , herwiha civîn li ser belavkirina karûbarên di nav komîta navendî de rawestiya , û tekez kir ku kar were kirin wek giropek yekbûyî bo cîbicîkirina pirensîbên karê pirjimarî di nav desteyên partiyê de..
Di vê civînê de endamên komîta navendî regeza hilbijartina sekreterê partiyê û cîgirê wî pêşinyar kirin lê xebatkarê cefakêş hevalê dilsoz Mamoste Ehmed Silêman û bi hesteke bilind ji berpirsiyariyê û bi giyanekî hevalane dest da heval Ehmed Berekat û got :  Diktor Ehmed Berekat sekreterê partiya me ye û ez jî cîgirê wî me , ev helwesta dilêr û hişmend ji  mamoste Ehmed Silêman bû ciyê serbilindî , rêzgirtin û kêfxweşiya hemû hevalên endamên komîta navendî.
Di dawiyê de civînê biryar da ku komîta navendî karên xwe berdewam bike di sazkirina nivîsgehên xwe de li gor tizûka navxweyî.

13 / 12 / 2023 Z – 2635 K

Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mahmûd Abbas

Neteweyên Biçûk û Cihê Wan di Pergala Nû ya Cîhanê de

Di pergala nû ya cîhanê de، giraniya netewe û welatan êdî tenê bi firehiya erdnîgariyê، hejmara gel an mezinahiya hêza leşkerî nayê pîvan. Ceribandinên çend dehsalên dawî nîşan didin ku welatên biçûk dikarin bi rêxistina baş، veberhênana li mirov، avakirina aboriyeke…

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…