March 2021

Mizgîn Hesko

Ji buharê ta buharê
Çend binefeş bişkivîn
Û çend nêrgiz çilmisîn…?

Çend gelawêj çirisîn
Û çend berbang fetisîn..?

Ji Halapça ta Qamişlo
Çend aheng…
Çend festîvalên jiyanê
Tên li darxistin…?

Ji cejnên mirinê
Ta cejnên jînê
Çend Leyla
Çend Agîd
Çend Samî
Çend Ciwan
Çend Qasimlo
Ji dayik dibin…?

Çend pêxemberên nuh
Çend Zardeştên kal
Avistayê didomînin…?

Ji buharê ta buharê
Çend Barzanên nuh
Ji biskên hetaw
Têne der…?
Çend Qadî
Di zikê Mehabadê de
Bûn çira…

Konê Re‏

Ezbenî! Gotin di dawiya ‏evê de digrîn..! Bêdengiya me, vî heyamî dilewitîne..! Ev heyamê ku em ji bo wî distirên, ew serê xwe ji me re dihejîne û di ber xwe de dibêje; pepûk..! Wa weylê..!!
Ezbenî! Her ku di rew؛a civaka xwe de diponijim, xwe himberî civakê biçûk dibînim, herwiha himberî desthilatê û maldaran…

Konê ReşBi min xweş e ku ez Mihemed Berzencî welatparêz û evîndarê zimanê kurdî bibîr bînim û bi we bidim naskirin. Evê ku di rojên teng û dijwar de karîbû pirtûkekê bi navê (Fêrkirina Zimanê Kurdî bê Mamoste), ji me re berhev bike.. Erê wî! Ku ez û te wî bibîr neynin, ma wê kî…

Şiyar Silêman

Hunermendê gelê kurd M.Şêxo yê bi navê Bilbilê Xemgîn dihat binavkirin, bi dengê xwe yê şewat birînên milet dikewandin, gelê wî ew karê wî yê giranbuha ji bîr nekir û pê re wefadar ma û ew di dil û hiş û ramanên xwe de wek nirxekî mirovahî û hunerî û netewî parast.
Dema…

Xizan Șîlan

Tîrêjên roja berbangê di awirên min de diçirûsîn, dinya li min ronî dibû. Bayê serê sibehê rûyê min nermik nermik mizdida.
Li ser rêya dirêj û bêveger, bi gavên giran hêdî hêdî diçûm. Gêrikan li dû hev lez û bez dabûn xwe. Min gavên xwe bi baldarî diavêtin û nedixwast gêrik di bin gavên min…

SEÎD YÛSIF

_ Di 8 ê avdarê de, sala (1908) an, li bajarê Niyûyork ê, li Amrîka yê, (15) de Hezar jin yên karker, derketin meşekê bi aştiyan e, hinek daxwazên wan, yên sereke hebeûn :
1_Kêmkirina hejmarên kar.
2_Bilinkirina mûçeyan.
3_ Parastina mafê hibijartin û deng danê.

_Piştî derbasbûn a salekê, ji bûyer a wê meşê re, Partî ya…

Keyhan Mihemedînijad

Dengek ku hîn jî zîndî ye, dengek ku hîn jî gelê Kurd di mêjî û dilê xwe de diparêzin.
Dengê resen, dengê gel, dengê evîndarî, dengî sewdaserî.
Wî ne di dibistanan de tîpek xwendibû û ne jî li cem çi mamostayekê dersa hunerî xwendibû û ne jî li çi akademiyeke hunerî ya awaz û mûzîkê de…

Rojnameya Agirî duheftînameyek siayasî-giştî ye, ji aliyê PDK Îranê ve her heyv bi rojjimêriya kurdî du caran bi tîpên kurdiya latînî tê weşandin.
Hejmara nû 393 ya Rojnameya Agirî bi van çend raport û gotaran derket:
1- Agirbaran di Rojhilata Navîn de -Agirî
2- Sergotar
Xweamadekirin bo teslîmbûnê – Kerîm Perwîzî
3- Daxuyanî “Navenda Hevkarî cinayetên wê dawiyê yên rejîmê…

Ebdulazîz Qasim

Her ji destpêkirina pêvajoya diyaloga kurdî-kurdî, me dizanî ku wê asengiyên mezin bikevin di pêşiya vê pêvajoyê de, lê bi rastî nedihat pêşbînîkirin ku ev diyalog bibe rengek ji rengên Dialogue Byzantine “Discusión bizantina”, hevdem ku her çiqas dem diçe wisa derfet jidest diçin, herwisa hêvî û daxwazên gelê kurd ji bo siberojeke baştir…

Serbest Urmiye

Piştî derketina bihara Erebî û serhildanên azadîxwaziyê di Sûriyayê de, derfeteke din kete destê rejîma Îranê ku bi hêceta parastina desthilata Beşar Esed û hikûmeta Beis li vi welatî, siyasetên şerxwazî yên xwe derbasî qunaxeke din bike û korîdora xwe ya Şîie, hindek din dirêj û berfirehtir bike. Bi xasma ku niha rêya Îraqê…