
Xizan Șîlan
Tîrêjên roja berbangê di awirên min de diçirûsîn, dinya li min ronî dibû. Bayê serê sibehê rûyê min nermik nermik mizdida.
Li ser rêya dirêj û bêveger, bi gavên giran hêdî hêdî diçûm. Gêrikan li dû hev lez û bez dabûn xwe. Min gavên xwe bi baldarî diavêtin û nedixwast gêrik di bin gavên min de bimînin û bimirin.
Lê xelasbûna wan tunebû, hinek di bin lingên min de dihatin pelixandin. Ez dibûm kujerê gêrikên mesûm û hestên tawanbariyê giyanê min dagirtibû.
Xişexişa pelên daristanên dirinde nava dilê min diqetand.
Wîçewîça çûkên li ser daran wek nalîn û hawara dayikên şehîdan bû.
Rêya
dirêj, hezkirin û xweşbînî li pişta xwe siwar dikir, şewqa çira hesret û
bêrîkirinê vêdixist û agirê dilê evîndaran lê geş dikir.
Rêya dirêj, kirasê ramanên heqîqetê li mêjiyên kor dipêça. Ala azadî û serkeftinê li asta zinarên bilind li ba dikir.
Rêya dirêj, çirûskên dilovanî û wijdaniyê pêşkeşî cîhana derewîn dikir. Tovên hêvî û baweriyê li hişkebeyaran direşand.
Govenda bûk û zavayan li meydana şahiyê digerand. Stranên egîd û mêrxasan li ser çiyan dilorand.
Rêya
dirêj, bêhna kulîlkên bihara rengîn li derdora çaxên genî belav dikir.
Êşa birîna laşên sedsalan dikewand û jiyana bi rûmet li mirovahiyê
dibexşand. Dergehên aramî û kêfxweşiyê li ber mezlûman vedikir.
Rêya dirêj, ber bi rizgariya rengê keskesora asoya welatê min ve diçû.
Ez li ser rêya dirêj û bêveger, bêwestan û bêrawestan dimeşîm.
2020-10-20
Stockholm







Şîrove (0)