September 2020

Konê Reş

Di zaroktiya min î destpêkê de, hîn tenê, ez û birayê xwe yê ji min biçûktir hebûn, min çavên xwe di malek bi mêvan, çûn û hatin û hewşek mezin de vekirin. Hewşek, bi xirecir ji sewal û dewaran, ji mirîşk, elok û qazan..û gelek caran bi hesp, qantir, ker û erebeyên qantiran…

Mislim Şêx Hesen

Ew komarek xweser a welatê Azerbaycanê bû ku di destpêka serdema Lenîn de di 7 ê Tîrmeh 1923 an de hate damezrandin û di 8 ê Avdarê 1929 an de bi zordariyeke tirajdî bi dawî bû. Paytexta wê bajarê LAJخN bû, û tê de hin bajarên weke Kalbajar û Qubadlî, yên ku…

Samî Mela Ehmed Namî

Neşîd Û Gaziya Keçan
Helbestvan û nivîskar Mela Ehmedê Namî helbesta xwe ya bi navê:
Neşîd Û Gaziya Keçan di sala 1941ê de li gundê Tilşeîra Aşîta hînandibû.
Ev helbest di dîwana helbestan ya bi navê Daxwazname de, di sala 1968an de ji weşanxana Roja Nû li Uppsala û di sala 1995an de li bajarê…

Konê Reş

Hêjano! Bêguman em kurdên Rojava di rojên dîrokî û zor hestyar re derbas dibin.. Û dawî, (Lêvegera Kurdî a Bilind) di nav rêxistinên me de hat morkirin.. Tevî seqetbûnê ku, du partiyên sereke ne di nav de ne.. Ez vê lêvegerê pîroz dikim.. Bi hêvî me ku ew jî di nav kerwanê Lêvegerê de…

Bîst û pêncê vê mehê, sêyemîn salvegera roja dîrokî ye, ya ku tê de gelê me li başûrê Kurdistanê ji sedî 92 zêdetir deng bi (Belê) da bû ji bo serxwebûna Herêma Kurdistanê ji Îraqê, ku bi keyfxweşiyek mezin bersiva partiyên sîyasî yên Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serok Mesûd Bazanî hate dan, bi destnîşankirina 25ê…

Konê Reş

Were Zeriya min were!
Bi kû ve direvî?!
Tê bi kû ve herî û
vî dilê reben bi xwe re
bibî..?!

Te nîvê bi evîn ji min dizîye,
nîvê hîledarî,
ji laşê min re hiştiye!!
Were, vî nîvê jî ji xwe re bibe..
Ne ev nîv dikare bi hilgirtina barê laş
rabe û ne laş dikare
bi heza vî nîvê hejar…

HELBESTVAN: Vîktor Hugo
Wergêran : Anahîta Hemo


Di temenê zaroktiyê de ev kiribû lîstokek
Her sibe dihate oda min
Ez li benda wê bûm,her wiha tîrêjek bi hêvî bûm,
Derbasdibû û digot……dema te xweş be yabo,

Xama min dibir,pirtûkên min vedikirin,rûdinişt,
Li ser cigehê min ,pelên min bi hev dixistin,û dest bi ken dikir,…


Çivîka Penaber, kurtefilmek ji berhemên Koma Govenda Kurdî ya jinan hate pêşkêş kirin.
Koma Govenda Kurdî ya Jinan li bajarê Şilêswîga Elmanî bi serpereştiya Şîlan Doskî sala 2019an hatiye damezirandin.
Kurtefilm ji 11 xulekan pêk tê, li ser kurteçîroka penabereke Kurd ko li dewletên Kurdistanê dagîr dikin nikarî bû bi azadî derbirîna hestên xwe bi zimanê Kurdî…

Ebdilmecît Şêxo

Kaniya gundê min ziya bû
Di bin sîtava dara gozê de
Min ramûsanek di rûçika
Xatûna xwe de çand

Ewê jî li ber ronahiya Hêvê
Sêvek û henarek
ji baxçê guvdê xwe
Diyarî min kirin
Kaniya gundê min
Ji sernûve herikî.

Efrîn,2013

Mislim Şêx Hesen

Li gor yasa û destûra her welatekî serbixwe, herêmên Federalîzim û herêmên otonomî her demekê li gorî zagona xwe ya hundirî helbijartinên nûneran çêdikin. Lewre jî pêwîst e ku, rewşa wî welatî an wê herêmê ji helbijartinan re amade be û heyam û merc jî guncaw bin, da ku, hemwelatî karibin rasteqîn bi awayekî demokratîk li gorî bîr û baweriyên xwe hilbijêrin. Da ku, ew nûner jî nûneritiyeke rewa…