Bîst û pêncê vê mehê, sêyemîn salvegera roja dîrokî ye, ya ku tê de gelê me li başûrê Kurdistanê ji sedî 92 zêdetir deng bi (Belê) da bû ji bo serxwebûna Herêma Kurdistanê ji Îraqê, ku bi keyfxweşiyek mezin bersiva partiyên sîyasî yên Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serok Mesûd Bazanî hate dan, bi destnîşankirina 25ê îlona 2017an wekî roja referenduma serxwebûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê.Hevkarî ya partiyên Kurdistanê li Almanya piştgiriya xwe ji bo îradeya gelê me yê mezin li başûrê Kurdistanê di roja referendumê de ji bo serxwebûna kurdistan û ragihandina dewleta kurdî dupat dike, û bang li civaka navnetewî, gelên Amerîkî, Ewropî yên aştîxwaz û demokratxwaz û hemû saziyên mafên mirovan dike ku bi berpirsiyariyên xwe rabin û rêzê bigirin li îradeya gelê Kurdistanê û piştgiriya mafê çarenivîsa wî bikin ji bo avakirin û ragihandina dewleta xwe ya serbixwe bi berçavgirtina qurbanî û fedakariyên mezin yên gelê kurd dayîn li dijî terorîzmê.
Hevkarî ya partiyên Kurdistanê li Almanya
24ê îlonê 2020

Şîrove (0)