Hêviyek ji Lêvegera Kurdî a Bilind

 Konê Reş

Hêjano! Bêguman em kurdên Rojava di rojên dîrokî û zor hestyar re derbas dibin.. Û dawî, (Lêvegera Kurdî a Bilind) di nav rêxistinên me de hat morkirin.. Tevî seqetbûnê ku, du partiyên sereke ne di nav de ne.. Ez vê lêvegerê pîroz dikim.. Bi hêvî me ku ew jî di nav kerwanê Lêvegerê de bin..
 Bi morkirina vê Lêvegerê re, bi min xweşe ku ez pirsa parastin û guhdana zimanê kurdî ji wan bikim.. û bînim bîra endamên vê lêvegera Kurdî ku ziman û kultura me jî li ber talanê ye..

 Piştî ponijandinê, min gotin ji gotinên van her çar lehengên peyva
kurdî a resen çêtir nedîtin ku ji (Lêvegera Kurdî a Bilind) re raxînim
ber çavan: Mîr Celadet Bedirxan, Dr. Nûredîn Zaza, Osman Sebrî û
Cegerxwîn.

   Gotinên ku min divîbû binivîsim, hêviyên ku min divîbû
ji wan partiyan re bibêjim, van siwarên peyva kurdî, berî min gotine,
nivîsîne û gazin û hêviyên xwe anîne ziman.. Vêca min pêwîst û çak dît
ku ez gotinên wan di vê derbarê de dubare bikim.. Da ku yên jibîrkirine,
bînim bîra wan û yên ku nexwendine wan şiyar bikim ku bixwînin:

 “Belê
xorto! Ew dixwazin tu ji wan re bibî xuşkî (Xulam). Kirine serê xwe te
daxurin(daqurtînin). Zimanê te jêkin û yên xwe bi devê te bikin. Da ku
tu nikarî kurdaniya xwe bi lêv bikî..  Xorto ! Bi ser kela me de
girtine. Ji derve dijmin dirêjî me kiriye. Ji her mêlê êrîş e. Di
hundirê kelê de şerekî din, bê eman û ji ê pêşîn mezin û dijwartir heye.
Şerê me bi hevdu re ye. Di mal de jî dijmin..  Herê xorto  ! Birîna me a
mezin û xedar dexse, berberîye, jana dexsê ye. Em sîngejarin. Ji derve
serma li me dixe. Li hundur em bi janê dikevin”.
Mîr Celadet Bedirxan, kovara Hawarê, hejmara 18 sala1933an.
   
“Gelî
Kurdan! Eger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tiştî,
bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê eger dixwazin xwe nas bikin û
xwe bidin
naskirin û hezkirin, û bi hevaltî û dostaniya miletêndin
re pêş ve herin û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û
bidin xwendin”
 Dr. Nuredin ZAZA, rûpelê pêşîn ji Destana Memê Alan.

“Ziman
zimanê me gişika ne?! Ne yê yekî an yê didiwane, gava ku em ji bo
zimanê xwe bi xebitin em qenciyê bi xwe dikin. Lê heyfa yê ku heya niha
bi ziman mijûl dibin gelekî kêmin.. Gelek ji xortên me çavê xwe berdane
nivîsandina helbestan, ev ne tiştekî hêjaye,divê nivîsên rastesere bêne
nivîsandin. Belê helbest tiştekî ji edebê ye, lê ne tevaya edebê ye.
  
Di vê ku mirov bizanibe bi zimanê xwe bi nivîsîne, lê nizanim hemû ji
min re helbestan çêdikin.. Em miletekî bê ziman in. Anha pir xortên me
hene xwendane, bi erebî jî xweş dizanin, dibêjin: (Em dê ji miletê xwe
re xizmetê bikin..) Lê mixabin hînî zimanê xwe nabin û ezê dê çawa ji
wan bawer bikim..?!”
Osman Sebrî: Kovara Hêvî, hejmara (7)an, sala1990 li Parîsê.

“Çi
zimanê ko folklor û tore têde fireh û mezin bûne, ew ziman, zar, şîwe
ji zimanên mezin têne jimartin.. Her wekû pêşveçûna dezgeh û jîna civakî
jî, yek ji van tiştane, ko ziman pêşve dibin û fireh dikin… Di vê
meydanê de zimanê kurdî -zarê kurmancî- gelek dewlemend û mezin û
payedare. Ji her nifşî helbeste, lawik, heyran, istiran, serpêhatî,
çîrok û liztik dagirtiye.. Lê pir cihê axîne, ko heta Sedê Bîstan jî,
tiştekî hêja di vê meydanê de nehatiye çêkirin, ne hatiye nivîsandin û
belavkirin..”
Cîgerxwîn, 27/11/1965,  Folklora Kurdî, Stokholim 1988  

Konê Reş, Qamişlo 24/09/2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Kongreyê sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, roja 23.08.2026, li bajarê Essen li Elmanya, bi amadbûna hejmarek ji endamên Yekîtiyê, û bi beşdarbûna hejmarek din ji endaman ji çend welatên din bi rêya zoomê, hat lidarxistin.
Pêşî çend raportên rêxistinî, çalakî, û darayî, hatin xwendin, piştre giftûgoyek li…

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…

Bavê Zozanê
Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .
Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal û hesanî ji guhdarê…