September 2016

Vejîna
Kurd


Pendeke emrîkî dibêje: “Wêrekiyek
zêde pêdivî ye daku mirov ji ber evînê bizewice, lê Xwedê bi zewaca wisa şad
dibe .”
Bêguman bilindtirîn hêviyên her
dildarekî ew e ku bi yara xwe re bizewice, ma çima wêrekî pêdivî ye?!
Hin zanyar û pisîkolojî diyar dikin ku piştî
zewacê temenê evînê sê sal e!! ji ber wê jî pirsa ku li ser…

Ebdulezîz Qasim

Her ji yekemîn roja cejna qurbanê ve û heta niha ev çar rojin endamên
xwecihiya ENKSê li bajarê Qamişlo taxa rojhilat berdewam in li ser girava xwe
ya birçîbûnê ji bo serbestberdana girtiyên siyasî di girtîgehên PYDê de û di
nav wan de serkirdeyên PDKSê.
Mixabin; dewleta Tirkiyê di rojên Cejinê de rê da bo malbeta berêz Ocilan
biçin…

Mizgîn Hesko

Van rojan û li gor ku em balê didinê û nemaze piştî
hatina pêlên penaberan û bi taybetî kurdên me yên parçeyê Kurdistana Sûriyê ,
pir têgihên nuh derbasî nav civata me dibin bê ku em wateya wan ya herî rast
bizanibin, ango em wan peyvan yan jî gotinan bi awayekî şaş bikar tînin.

Ji wan têgih û…

Konê Reş

Di dawiya çerxê
19an û destpêka çerxê 20an de navê çend jinên kurd di bakurî Kursustanê de bi
mêranî, merdî û cegerdarî dihat gotin wek: Xatê; diya Silêmanê Mistê, ku jinek
mêr bû di herêma Xerzan de. Şemê; diya Felîtê Quto, ew jî jinek mêr bû di
herêma Pêncînaran de. Perîxanê; diya Omer û Emînê Perîxanê di…

Samî Mela Ehmedê Namî

Pirtûka DERSÊN KURDÎ, pirtûkeke xwendinê ye, bi pênûsa mamoste Heqî Balte hatiye nivîsandin.

Mamoste Heqî di bin navê ”çend gotin” de van mamostên birêz bi nav dike û dibêje:

”Mamosteyên hêja Ahmed Tîgrîs, Nîzametîn Akkurt, Dersîm Tekeş, Gabar Çiyan û Yusef Erden bi pêşniyaz û alîkariya bêhempa ev pirtûk têkûz kirine. Ez ji bo alîkariya wan…

Vejîna Kurd

Gurzek hesret..
baxek hêviyên stewr..
rûpelên çîrokeke
bêzar..
destarê
xeman
li
bêdera sîngê min digerînin
kon
û sîtava êşan
bi
ser dawa demê ya qulqulî de berdidin.

Di dilê min de birîneke şeşsalî daxife pişta sibehên ku helbestên talankirinê dihûnin û hawaran li pişta kêlîkan sîwar dikin xûz dike. Rêwî me…. yan penaber im.. Gavek li pêş.. yek li paş…

Dr.
Ehmed Xelîl

Werger:
Heyder Omer


Eve ya jêrîn heyberekî wêjeyî laqirdî ye, sernavê wî “koleyê kenok-kar
e, ji bermayên serdema Kaşî ye, babeta wî jî hevpeyvîneke di navbera
serdestekî û koleyê wî de digere. Nivîsevanê vî heyberî neqenciyên (qerêjî)
rêvebirekî diyar dike; ew rêvebirê ku hem alîkarê xwe, û hem jî gelê xwe ji xwe
re dike kole, û ji şiyanên pûnijiyê…

 
Hoşeng Nîzar Nûh

“Ez ê yan Ezê herim”; “Min ê yan Minê”; “Ehmed ê were” yan “Ehmedê were” û hwd…?

Heke em amraza dema bê ‘ê/dê/yê’ bi cînavk an navdêr ve binivîsin, çi dibe?

Gelo hevokên A. yan ên B. rast in, çima?

A. Ew ê pirtûkê bixwîne.

B. Ewê pirtûkê bixwîne.

A. Wî/Wê yê bigota…

B. Wîyê/Wêyê bigota…

“ê”amrazek e, alîkarîya avakirina dema bê dike, loma ew ne tewang e, ne jî veqetandek e, anku ne paşpirtikek e, tu sedem tuneye…

 
Salih Bozan

Dihunî, ez di daristanê de dimeşiyam. Kes xeyne min di daristanê de tinebû. Ji dûr ve qeratiyek(kesek) xewinî. Ew berve min dihat. Gava nêzikî min bû, min dî bi cubbeyekê ye, fûteyeke keske li sêriye, soleke sor di nigan de ye, çoyekî qasî bejina wî di dest de ye. Gihîşte min û got:

Merheba penabero..!

Ez…

Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)

1- Herwekî zanyar Mîr Celadet Alî Bedir Xan destnîşan kiriye, di zimanê kurdî de teşdîd, yan şide ( ّ ) tine. Bi gotinaka din tîpek du caran pey hev nayê bilêv kirin. Gorî baweriya me, divê peyvên erebî yên şidedar jî di zimanê kurdî de bêyî şideyê bên nivîsîn.

Weke: Milet, Mihemed, Êzedîn, Cinet.

2-…