Girava birçîbûnê ji bo azadiyê

 Ebdulezîz Qasim
 

 Her ji yekemîn roja cejna qurbanê ve û heta niha ev çar rojin endamên
xwecihiya ENKSê li bajarê Qamişlo taxa rojhilat berdewam in li ser girava xwe
ya birçîbûnê ji bo serbestberdana girtiyên siyasî di girtîgehên PYDê de û di
nav wan de serkirdeyên PDKSê.
 Mixabin; dewleta Tirkiyê di rojên Cejinê de rê da bo malbeta berêz Ocilan
biçin serdana wî, lê çekdarên PYDê yên nav li xwe dikin partiya demokratîk û
nav li xwe dikin hêzên Sûriya demokratîk û nav li xwe dikin netewa demokratîk,
rê nedan zarokan bavên xwe bibînin?
 Di bin navê netewa Demokratîk
de, netewa kurdî tepeser û winda dikin?
 Tevî wisa jî heta niha hîç aliyekî ji aliyên PYDê serdana giravgirtiyan nekiriye û wê serdana wan nekin jî û dibe wan siberojê di heps û girtîgehên (demokratîk) bikin û dibe êrîş li ser wan bibe û dibe, ji ber ku ew aliyê rêzê negire ji Şehîdê pêşmerge re dikare her tiştî bike….! Herçende ku girav ketiye di çaremîn roja xwe de û hêjî girav berdewam e, lê mixabin heta niha medaya kurdî bi temamî bi rola xwe ranebûye û herwiha ya pêwîst e kurd bi hemû aliyên xwe yên siyasî û civakî piştgiriya vê giravê bikin ji bo PYD dest ji reftar û kiryarên dijminkarî berde…
 Silav li giravgirtiyan re
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen

Di Roja Zimanê Kurdî de, mirov bi rastî matmayî dimîne ku ewqas kîn û nefret li dijî zimanê bêtirî 50 milyon Kurdan tê kirin, û her roj hewildan tên kirin ku zimanê neteweya Kurd ji holê were rakirin. Ev yek eşkere dike ku nijadperestî û şovenîzm bi awayekî kîndar…

İSKAN TOLUN / Köln

 

Her çiqas ku pelên salnameyan rojên xemgîn, bi êş û elem bînin bîra meriv jî, bê guman, di nav de gelek rojên baş û xweş jî hene… Wek ku roja ladê, dehê mehê (10’ê Gulanê) Roja Dayîkên Cîhanê bû û niha jî (15’ê Gulanê) roja Cejna zimanê Kurdîye….

Firyal Hemîd

Helbesta nexwendî

di mêjûyekî Jibîrkirî de,

Toza li ser xêzên wê,

Ji tirabêlka binê

Lingên hespê demê rehwantir e..

Gunpisîkên Buharê

xwe dinava

tîpên wê de veşartine..

Rewanê wê,

tevlî rengên tabloya

xwezayê dibe..

bi têlên kemana Dilşêd re,

<p...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…