Zewac Evînê Dikuje Yan Dewlemendtir Dike?!!

Vejîna
Kurd
 
Pendeke emrîkî dibêje: “Wêrekiyek
zêde pêdivî ye daku mirov ji ber evînê bizewice, lê Xwedê bi zewaca wisa şad
dibe .”
Bêguman bilindtirîn hêviyên her
dildarekî ew e ku bi yara xwe re bizewice, ma çima wêrekî pêdivî ye?! 
 Hin zanyar û pisîkolojî diyar dikin ku piştî
zewacê temenê evînê sê sal e!! ji ber wê jî  pirsa ku  li ser pir zimanan digere û dihêle ku
keç û xortên, ku li ber deriyê zewacê ne, dudilî bimînin ew e: Ma gelo rast e
ku têkliya zewacê ya pîroz dardekirina hestên evîndariyê radigihîne?!! Ango
eger çîroka evîndariya Mem û Zînê, yan Siyamend û Xecê bi zewacê dawî bûba, ma
ewê bimana simbola eşq û evînê?!!
Di vê mijarê de me nihêrînên pir hevjînan wergirt, piraniya wan digotin ku tu tişt jê xweştir nîne ku jin û mêr bi aştî û evînî di malekê de bijîn, û nemaze eger ew zewac berê çîrokeke evînê dûr û dirêj be, lê mixabin piştî demeke kurt dest bi nakokiyan dibe, rotîna zewacê ya kujer evînê diçelmisîne.. hinan jî digot: “Dengê defê ji dûr de xweş e û rêbazên evînê li ser jiyana zewacê nameşin, piştî jiyana hevbeş hêvî, xewn û xeyalên evîndaran têk diçin û hin caran zewaca wan bi berdanê dawî dibe”.
Di vê gotarê de me xwest em vê mijarê bişopînin û hin sedemên ku evînê dikujin berçav bikin in, piştî pir nihêrînwergirtinan em gihîştin encamê ku piştî zewacê kêmasiyên her hevjînekî/ê  yên ku di demên pêşî de nayên dîtin derdikevin holê, ne axaftin li ser pirsgirêkên malbatê û nebûna pêwendiyên xurt di navbera jin û mêr de, xebata aliyekî ya zêde û valabûna dema aliyê din, jihev acizbûn û rewşa aborî ya xirab bandoreke mezin li evînê û jiyana zewacê dikin û gotinên evînê bê wate dihêlin,  li vir hişmandî, lêborîn û têgihîştin rola xwe dilîzin ango em kanin bêjin ku evîn bi tenê nikare zewacê serkeftî bike, divê li kêlek wê bawerî, rêzgirtin, hevkarî, hewildanên herdu aliyan yên ji dil, ji bona parastina evînê û herweha têkliya zewacê hebin û wek tê gotin: “Zewac bi sê parên xwe evîn e û bi heft parên xwe lêborîn e”.
Rast e ku evîn bi danyînê xurt dibe, û zewac bi evînê dewlemendtir dibe, lê bingeha zewaca xweragir wekheviya giyan e.
Zewac,  di rastiya xwe de, bilindtirîn raz û sir e, ew ustubarî û jiyaneke hevbeş e, bi hêviyên bilind dest pê dibe, lê kêm kes dikarin debara wê bikin û evînê jê re bikin serenav. 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…

Tengezar Marînî

 

Ez ê îro nivîskarekî elman, ku wek rewşbîrekî kartêker bû di dema xwe de, bi we bidim nasîn.

Li Swêdê xelat bi navê wî heye û du nivîskarên me ên hêja ew xelat wergirtin: 1. Shêrko Bêkes. 2. Selîm Berekat.

 

Kurt Tucholsky yek ji nivîskar, rojnamevan û peyamnêrên…

Tengezar Marînî

 

Hevoka “Hizirkirina azad di demên aloziyê de” behsa pêwîstiya bingehîn a tevgerîna hem afirîner û hem jî serbixwe di demên dijwar de dike. Nîşandana vê yekê bi pirsgirêkên taybetî yên ku kes û civak di demên nezelaliyê û guhertinê de pê re rû bi rû dimînin, bi taybetî giring e….

Konê Reş

Ji hezarê salan ve

bav û kalên me,

di nav çiya, gelî, deşt û daristanan de

jiyana xwe derbas kirine..

Çiyayê Toros, Zagros û Ararat

li dor wan, ber bi asman ve bilind bûn..

Hêza xwe ji ava çemê Dicle, Ferat,

Zab û…