June 2016

Nizar Yosif

Hevpişt ê jiyana min
Siwarê pesnan
Sade
Ter dikirin xewnên
bixwezî
Bi pêlpakiya canan re
Bawerî di çavan de
diçirisî
Kevir li pêşiyê di
bûn teraf
Girêdayî ma berevanê
tewlê
Bendeman ê sozan
Ǜ piştiyên xwe

Ji rojên bê aramî
Diweste
Hîviyên gulgulî
Bi rûdanan re veguherîn
Zivêr bî ji giyanê xwe
Doşeka rehetiya şevê
Berda
Gêjiya rêwîtiyê …

Ekkaş Xelîl

Roja yekem
roja min tu dît
stêrekek di esîmanê
min de… çirisî
û dil de gulek
pişkivî.

Roja duyem
roja hevdîtinê
biharek bû
li dil
heyv mêvanê stêrkê
civat li dar xist
di bêdengîya şevan de
hestan xwe têkelî hev kirin
û dildankê de
gulek din vebû.
Roja sêyem
Bayê hênik
xwe li ariyê girt..
Pêt
tazî bûn … sor bûn

Merwan Berekat

Giyanê min ji pêdariya
zinarên vî welatî mêtiye, çavên min ji xemla vê bihuştê fêrî nêrînan bûye,
rengê dêmên min ji yê vê axê hatiye wergirtin û dengê min ji xuşxuşa kanî,
baran û çemên vê jîngeha pîroz fêrî awazên nazik bûye.
Di berîkên vê xakê de,
min nexşeyên biçûkaniya xwe ya têr û birçî veşartin, li ser pelên…

Konê Reş

Di roja 02.06.2016an de, parlamentoya Elmanyayê, jenosîda
Ermeniyan ya sala 1915an pejirandin. Netenê jenosîda ermenîyan, belê her wiha
jenosîda Kildanî û Asûrîyan jî pejirandiye.

Lê çima behsa jenosîda Kurdên Êzidî nehatiye kirin?! Wek
ku diyar e ku em li dîroka Kurdên
Êzîdiyan vegerin, li fermanên tevkujî û cenosidên ku hatiye serê wan mêze
bikin, nexasim piştî fitwa ku miftiyê…

Vejîna Kurd

Azarî, mîna solînên berfê, bi aramî
bi ser govdeya demê de dibare..
Sekeratên şahiyê yên ku ji gewriya
welatekî birîndar diherikin ser dêmên rojê û sirûdên koçberiyê yên ku her kêlîkekê li ser lêvên sînorên westiyayî dubare dibin giyanan berve beyabanên
bêzariyê dibezînin û çavên şevê nîvgirtî dihêlin..

Belê.. li welatê min kolanan stranên bêdengiyê li ezber kirine, deşt,…

Ronî ELÎ

Li ser sînor
Berî ku kevçiyek Av
Di zenguloka demê de berdim
Min xewnên xwe

Bi rondikên pîrejinekê reVedixwarinHew bi tenê Toza zeviyekî nêrÇavên minJi wêneyên bajar û bajarokanTije dikir inÛ tu ..Yara kuştiyê xewnanLi ser pişta mihîneke tîmar nekirîLi bîra min dihatWê gavêMin û dîwarekî piştxûzxwe dihev werdida Li ser sînorNasnameyên mirovaniyêBê welat dimanDergûşên şîrevekirîLi hembêzekê digeriyanKenê…