Helbest u Vidyo

Sê roj , Sê gul

Ekkaş Xelîl
 
Roja yekem
roja min tu dît
stêrekek di esîmanê 
min de… çirisî
û dil de gulek
pişkivî.
Roja duyem
roja hevdîtinê 
biharek bû 
li dil 
heyv mêvanê stêrkê 
civat li dar xist
di bêdengîya şevan de
hestan xwe têkelî hev kirin
û dildankê de 
gulek din vebû.
Roja sêyem
Bayê hênik
xwe li ariyê girt..
Pêt
tazî bûn … sor bûn 
tilîyan xwe dispirîn 
hev
Û agir geş bû
hêvî rêz bûn
evîn didomî
û dildankê de 
bûn sê gul
û bêhna wan xwe
vegirt….
      ***

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…