Çima behsa jenosîda Kurdên Êzidî nehatiye kirin?!

Konê Reş
 

Di roja 02.06.2016an de, parlamentoya Elmanyayê, jenosîda
Ermeniyan ya sala 1915an pejirandin. Netenê jenosîda ermenîyan, belê her wiha
jenosîda Kildanî û Asûrîyan jî pejirandiye.

Lê çima behsa jenosîda Kurdên Êzidî nehatiye kirin?! Wek
ku diyar e ku em li dîroka Kurdên
Êzîdiyan vegerin, li fermanên tevkujî û cenosidên ku hatiye serê wan mêze
bikin, nexasim piştî fitwa ku miftiyê dewleta Osmanî (Ebû Elsûud Elemadî:
1491-1575), bi destûra Sultan Silêmanê Qanûnî deranî; bi kuştin, talankirin û
firotina Êzîdiyan..

Em ê bibînin ku Kurdên Êzîdî, di nav sed salan re, tûşî 72 fermanên cenosidê bûne, û wiha ta bi sala 1918an û di encam de bêtir ji melyonek Kurdên Êzidî hatine kuştin û qirkirin.. Ji bilî ferman û jenosîdên van salên dawî li Şingalê..
Çima parlamantoya Elmanî behsa wan jî nekir?! Bêguman jenosîd gunehê herî mezine di heqê mirovahiyê de li cîhanê û divê hesabê wan kesên ku wî gunehî dikin were kirin û ceze xwarin.. 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Di Şemî, 18.07.2026 de, Kombûna Zanyarên Azad li bajarê Düsseldorf ê Almanyayê sêmînerek zanistî û perwerdehiyê bi rêxist. Armanca vê çalakiyê ew bû ku çanda zanînê, ramanên rexnegir û girêdana navbera zanyar û ronakbîrên Kurd were xurtkirin.

Bername bi rêvebirina Rêber Hebûn dest pê kir. Di gotina xwe ya pêşwaziyê de, wî…

Rabhan Ramadan

Ez bi dilşadî û hesreteke bêdawî li benda dîtina wî bûm.. Di pêncê Hezîrana sala 2022an de, kurê min “Cenko” (Django) ji Viyanayê hat, ku li wir li zanîngehê dîplomaya xwe dixwîne. Ew û hevala xwe ya xwendkara zanîngehê hatin, da ku em bi hezkirin pêşwaziya wî bikin û em…

Fewaz Ebdê

Di dilê bajarê kevn de, ku rojekê ji rojan bedewiya ronahiya wî di ruwê asîmên re dida der, şev her tiştî dadiqurtîne. Bajar di nava tariyê de di xew ve çûye, ronahiyin lawaz di nav re diçirisin, lê êdî têra ronîkirina kolanên wî nakin; ew kolanên ku tije qelebalix û…

EBDILBAQȊ ELȊ

Barzaniyet ne tenê navek e ku bi serokekî an demeke dîrokî ve girêdayî be, lê belê dibistaneke têkoşînê ye ku di nav salên dirêj de bi têkoşîn, fedakarî û xebata nifşên li pey hev hatiye avakirin. Bingehên vê dibistanê li ser nirxên azadî, rêz, dadperwerî, parastina mafên mirovan û berpirsiyariya…