November 2015

Konê Reş

Di wê zaroktiyê de, her pêlekê mezinan; Dê, bav, pîrik û kalikan şîret li me dikirin û digotin: pêl gêrgêrîka nekin, guneh in. Beqa nekujin, wê belalûk di destê we de çêbibin. Ku we nan li erdê dît, rahijinê, nameta Xwedê ye, deynin cihekî parastî.. Ava gerim bi erdê de danekin, erd ne xaliye,…

Vejîna Kurd

Ey rêwiyo!
Min ji te re
buhara temenê xwe anî
pê agirê evînê gur bike
jîna rûreş têxe xewê
û ji min re xewnan bişîne..

Lo delalo!
Ji bo şopa te rast bikim
û perperîkên eşqa te
di zeviyê kulîlkên dilê xwe de
biçêrînim
û.. li ber tava hêviyan
wan serxoş bikim
tucarî.. deriyê dûrbûnê vemeke
Li paş wî derî
tenêbûn
nêçîra perperokan dike…

Mihyedîn Şêx Allî*

Ev nêzî pênc salan e rewşa Sûriyê di sîngê weşanan de cî digire û di asta navdewletî de jî bi dehan kongir ji bo wê hatine lidarxistin. Çalakiyên ragihandinê yên curbecur hatine bikaranîn û di raya giştî de rola xwe lîstine.
Lê, baş xuya bûye, ku li ba piraniya hemwelatiyên civaka Sûrî û…

Konê Reş

Di dibistana gund de min dest bi xwendina xwe a seretayîyê kir. Berê jî min gotiye dibistana gund di camiya Şêx Behyedîn de bû. Ew camî li başûrî gund, dûrî malan bi sed gavekî bû. Ji ode û kîlreke bi kelpîçan û bê hewş pêk dihat. Bi tenê bîrek di pêşiya wê de hebû….

Tengezar Marînî

Hêviyeke min, ew e, ku Pkk, PYD û layengirên wê, carekê tenê heye.. weke kurd, tenê weke kurd, bêy ku nûnertiya berjewendiyên partîtî û dûvelankî agendên dewletan bikin, ji xwe bipirsin: Çi sûde jê heye, ku hemî kurdan pîs dikin, şerê hemî hêzan dikin, êrîşî xwepêşandana dikin, û mirov ên çalak zindan dikin, an…

Akif Hasan
Erîşên hovane, belê, faşîzane li ser xwepêşandêrên aşîtiyane li Hisîça tên kirin. Ev e „demokrasiya“ ku Çinar xanim behsê dikir.
Ev e felsefa Umma Demokratîk ya PYD pê bang dike.
Mirov di van êrîşan de rêjîma Baas di kirasên Kurdî de dibîne.
Divê Kurd şiyar bin û nebin alet di vê çerxa faşîst de.
Ne mûmkin e hêzên…

Mizgîn hesko

Kurd im
Penaber im
Ji revê ber bi reveke din ve
Û hemû riyên
Ku wan dişopînim
Bi tenha dagirtî remedêlk
Û hilma şikestinê

Û şikestîne
Şûşeyên dilan şikestî ne
Hemû riyên li pêş min
Mij û moran
Û tarî ne.

Kurd im…
Nevîçirka êş
Û wêranê me
Li şûn xwe
Min…
Welatek kelogirî hêla ye
Û di riyên biyan de
Li henaseyên
Welatekî digerim.

Di van xaçeriyên asê de
Li hawîrdorê xwe
Dizîvirim
Û şikestin
Min…

Helbestvana kurdistanî Mizgîn hesko û piştî belavkirin û çapkirina pênc berhemên giran buha , xuro kurdî:

1* Tîpêm evînê..çapxana Bafet..adar 2007.
2* Asoyekî tijî Enedko..Weşanên Han..tîrmeh 2008.
3* Di nav henasên kovanan de..Weşanên Han..2010.
4* Li ber pala welatekî birîndar diherikîm..Weşanên Han..2012.
5* Ristek Lale…Weşanên Han..2013.

Helbestvan Mizgîn êdî bi berhemeke nuh ,tête pêşberî xwênerên helbesta kurdî .

Ber bi werzê hezkirinê…


Konê Reş

Berî çend rojan, piştî ku erêkirina mezintirîn weşanxaneya kurdî bi çapkirina du romanên min, ji min re hat, nû dikarim bibêjim ku; ez romannivîskî kurd im. Bûyerên van her du romanan: (Li ser Peravê Çemê Ceqceq) û (Serxet û Binxet), li dor kêf û şahî, kul û xemên welat û welatiyên min digerin….

Nizar Yosif

Giyanê min
Di nava perên perperiyê re firî
Li ser nazikiyên te danî
Pê serwext im
Baxê te tor kiriye
Jîndar a te kilît kiriye

Ne narîn bin ew li xwe venahewîn in
Lê min şiya xwe vedizim
Di pencereya hestên te re
Li ser Dike ya dil rûnim
Li dilpêçanê bixwînim
Ewan tewiran vekolim
Min mal û sermiyan berdan
Lewante û avêngulan…