Bihna faşîzmê ji kiriyarên PYDê tê

Akif Hasan

Erîşên hovane, belê, faşîzane li ser xwepêşandêrên aşîtiyane li Hisîça tên kirin. Ev e „demokrasiya“ ku Çinar xanim behsê dikir. 
Ev e felsefa Umma Demokratîk ya PYD pê bang dike.
 Mirov di van êrîşan de rêjîma Baas di kirasên Kurdî de dibîne. 
Divê Kurd şiyar bin û nebin alet di vê çerxa faşîst de. 
Ne mûmkin e hêzên wiha bikaribin bibin bersiv ji daxwaziyên gelê me re.

Mirov dewletekê jî teslîmî wan bike, dikarin bi kiriyarên wisa zarokane biroxînin. 
Gelê me birçiyê azadiyê ye, ti kes nekare bi dar û beran, bi kêr û şitiyanan wî rawestîne.
 40 salan rejîma Baas nekarî bi zindanên xwe, bi kuştinê, bi lêdan û hingavtinê serê wî bitewîne û mêrxasiya wî pûç bike.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…