Dr. Sozdr Mîdî
Wergrandin ji erebî: Mihemed Hesko (Birasoz)
Ev çarde sedsalin û dagîrkeran bi hemû awa û şêwazan bizav dikin, daku simbolên meyên neteweyî ji holê rakin, û bîra me ya niştimanî jî valabikin, û bav û bapîrên me jî kirin şeytan û navê wan bû gawir, digel şeytankirin a navên meyên Kurdistanî ,…
Konê Reş
Werin em pêlekê li dîroka Kurdên Êzîdiyan vegerin, li fermanên tevkujî û cenosidên ku hatiye sere wan mêze bikin, nexasim piştî fitwa ku miftiyê dewleta Osmanî (Ebû Elsûud Elemadî: 1491-1575), bi destûra Sultan Silêmanê Qanûnî ku deranî; bi kuştin, talankirin û firotina Êzîdiyan.. Û wiha ta roja îro toşî 74 fermanên enfalkirinê…
Hejmara 27an a ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmarek taybet bi gelek nivîs û berhemên curbecur derket… Di hejmara 27an de, çend germiçank hene, weke: Gotar, Quincik, Lêkolîn, Helbest,folklore û Pirtûkên nû. Di van germiçanka de, nivîs û berhemên gelek nivîskar û helbestvanan hatine weşandin.
Nivîsara destpêkê:Arşevê Oskan: Kesê welatê xwe ji bo keçekê bifroşe Gotar: Can Kurd:…
Can Kurd
Li Şengalê şer û ceng e
Silavêd min li pêşmerge
Ji dijmin bang û hawar e
Li dora wî kemer teng e
Heya îro welat sotin
Xwîna zarokan rêtin
Bi kovanan, bi axînan
Gelê Êzdî li şûn hêştin
Kesî nebhîst fîxanên me
Seraser bûn li hember me
Dema em bûn xudanên xwe
Bi yekser bûn neyarên me
Dem em jar û bê hêz bûn
Li cîhanê…
Mizgîn Hesko
Yek…didu
Heftê û sê ferman
Û Şingala min
Di çerxê bîst û yekê de
Hîna jî….
Qelenê kurdîniya xwe
Bacên pêdariya xwe
Buhayê mêrxasî û lehengiya xwe
Can û xwîn dide.
Yek…didu
Û heftê û çar enfal
Û Şingal
Hîna jî..
Bazê di hêlîna çiyê de
Baskên azadiyê diferidîne
Şingal
Hîna jî …
Li ber dergihên tunekirinê
Hebûna xwe
Xetîreyên di zeyta zeytûnê de
Pîroz …pîroz
Vêdxîne
Çiradankên
Ku ji xwîna Derwêşê Avdî
Dagirtî…li Laleşê
Ronahiyê da didî
Ji kilçîvê…
Salar Salih
Piştî ku min karê xwe li saziya ciyolocya bidawî kir, ew saziya ku li taxa Hoş Elba`ir dikeve,ez daketim bazarê li navenda bajarê Hesekê,li ser rêka serekî a ku di nîvê taxa Xiwêran de diçe ez bi metirsî dimeşiyam, çimkî ew pirtirîn tax e ji taxên Hesekê ku şerên çekdarî lê çêbûne, herweha…
Brahîm Yûsif
Wergirandina Şiyar Silêman
Dûrî hemî pêşgotinan
dijminên me gihan cihên razana me
Xwîna zarokên me kirine mey û vedixun û pê serxweş dibin
Guliyên qîz û jinên me kirine doşekên razana xwe
Ji bo şûnmayên bav û kalan li ser hîmên çiyayên me nehêlin
Ji bo hizr û bîranînên me ji giyanê deştên me veqetînin
Heydê em nakokiyên…
Burhan Hisso
Ro çû ava
Pênûs lale !
Şingal Dîrok e
Dîrok Şingal e
Warê Şêxa dî
Kanya spî ye
Xewn a zelal e
Ji Kew ta bi Kew
Kurdên tev bedew
Yek Reng yek Al e
Kurd yek nebin
Ro hilnayê
Bar girane
qet hilnayê
Dema Kurdan
tu car nayê .
5-8-2014
Amûdê
Ev çend roj in ku li Şingalê tirajediyeke mezin rû daye, vê tirajediyê gelek pirsên bingehîn bi xwe re anîn. Pirsên weha giran ku girêdayî hebûn û nebûna gelê kurd in, ya di dîrokê de. Ji her alî ve hêzên tarî derûdora welatê Kurdan girtine û di çarçova şerekî demdirêj û dijwar de, ji…
Keko Osman
Di serdana dostekî Kurdperwer û rîsipî de li bajarê Batmanê li Turkyê ku em penaberin weha got : Apo Osman Sebrî ji min re mukur hat :
Di bin fişarên dewleta Tirko de , dewleta Ferensayê ku dagirker bû li Sûrî pejirand ku Kunsulê Turkyê yê li bajarê Helebê Kurdên çalakvan û berçav bixwazê…