Ji HRRK ê banga hevrêzî û hevkariyê

  Ev çend roj in ku li Şingalê tirajediyeke mezin rû daye, vê tirajediyê gelek pirsên bingehîn bi xwe re anîn. Pirsên weha giran ku girêdayî hebûn û nebûna gelê kurd in, ya di dîrokê de. Ji her alî ve hêzên tarî derûdora welatê Kurdan girtine û di çarçova şerekî demdirêj û dijwar de, ji Serê Kaniyê, Hesekê û Kobanî hetanî bi Kerkûk û Şingalê dane ber xwe.
Wisa xuya dike ku roj bi roj xeleka şerê li dijî hebûna gelê Kurd berfirehtir dibe. Ji hêlekê ve van rûdanên li Şingalê em xemgîn kirin û pêdiviya parastina deverên pîroz ên kurdan anîn holê, ji hêla din ve jî hevkariya bi sînor a di navbera hêzên çekdar ên Kurdan de li hember hêzên hovîtî û reşayiyê şabûneke mezin xiste dilê me û dilê hemû kurdan li Kurdistan û li seranserê cîhanê.
Li hember vê hevkariya dilxweşker, alavên ragihandinê yên girêdayî hêzên kurdan navber nedan şerê bê sûd û bê encam ê li dijî hev. Vê yekê tevliheviyeke mezin aniye meydanê û rê li ber gelek pirsên tirsnak vekiriye.
Ji ber vê, em di Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê de, bala hemû aliyên kurd dikşînin ser vê rastiyê ku, şerê îro ne şerekî weha ye ku dijî partiyeke kurdî yan aliyekî kurd e, lê belê şerekî dijî hemû kurdan e û rêlibergirtina bidestxistina mafê çarenûsî ye. Wisa jî dijmin hem li Rojava û hem li Başûrê Kurdistanê yek e.
 Ji ber vê em hevrêzî û hevkariya hêzên kurdan ên çekdar wekî pêdiviyek e bi lez dibînin û bang li van hêzan dikin, “Hêzên Parastina Gel YPGe” û “Pêşmergeyên Kurdistanê”, ku têkiliyên xwe yên bi hev re xurttir bikin û ji asta tektîkî ber bi asteke stratejîk û demdirêj ve bibin.
Her weha em bang li televizyon û alavên ragihandinê yên bi ser hemû aliyan ve dikin, da ku vî şerê zirarker û qirêj li hember hev bidin rawestandin û gotara xwe ya ragihandinê ber bi asoyên amadekirina zemîna hevkarî, hevrêzî û jihevnêzîkbûna hêz û aliyên kurd ve, bilind bikin.
Ev rê ya bi tenê ye li ber gelê me, ku karibe hem birînên Kobanî û Şingalê bilezûbezeke mezin derman bike û hem jî Kurd li ser xaka xwe serbestî, azadî û serxwebûna xwe bidestbixînin.
Hêviya me ji hemû aliyên kurd û bi taybetî ji cihên biryargirtinê ew e, ku guh bidin vê banga me ya ji dil; hem di qada şer de bêhtir ji hev nêzîk bibin û hem jî di qada çapemeniyê de bi sempatî û bi belavkirina çanda tifaq û lihevkirinê, tevbigerin.
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)
07.08.2014
hevgirtin@rojava.net

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…