August 8, 2014

Konê Reş
Werin em pêlekê li dîroka Kurdên Êzîdiyan vegerin, li fermanên tevkujî û cenosidên ku hatiye sere wan mêze bikin, nexasim piştî fitwa ku miftiyê dewleta Osmanî (Ebû Elsûud Elemadî: 1491-1575), bi destûra Sultan Silêmanê Qanûnî ku deranî; bi kuştin, talankirin û firotina Êzîdiyan.. Û wiha ta roja îro toşî 74 fermanên enfalkirinê…

Hejmara 27an a ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmarek taybet bi gelek nivîs û berhemên curbecur derket… Di hejmara 27an de, çend germiçank hene, weke: Gotar, Quincik, Lêkolîn, Helbest,folklore û Pirtûkên nû. Di van germiçanka de, nivîs û berhemên gelek nivîskar û helbestvanan hatine weşandin.

Nivîsara destpêkê:Arşevê Oskan: Kesê welatê xwe ji bo keçekê bifroşe Gotar: Can Kurd:…

Can Kurd

Li Şengalê şer û ceng e
Silavêd min li pêşmerge
Ji dijmin bang û hawar e
Li dora wî kemer teng e

Heya îro welat sotin
Xwîna zarokan rêtin
Bi kovanan, bi axînan
Gelê Êzdî li şûn hêştin

Kesî nebhîst fîxanên me
Seraser bûn li hember me
Dema em bûn xudanên xwe
Bi yekser bûn neyarên me

Dem em jar û bê hêz bûn
Li cîhanê…

Mizgîn Hesko

Yek…didu
Heftê û sê ferman
Û Şingala min
Di çerxê bîst û yekê de

Hîna jî….
Qelenê kurdîniya xwe
Bacên pêdariya xwe
Buhayê mêrxasî û lehengiya xwe
Can û xwîn dide.
Yek…didu
Û heftê û çar enfal
Û Şingal
Hîna jî..
Bazê di hêlîna çiyê de
Baskên azadiyê diferidîne
Şingal
Hîna jî …
Li ber dergihên tunekirinê
Hebûna xwe
Xetîreyên di zeyta zeytûnê de
Pîroz …pîroz
Vêdxîne
Çiradankên
Ku ji xwîna Derwêşê Avdî
Dagirtî…li Laleşê
Ronahiyê da didî
Ji kilçîvê…

Salar Salih
Piştî ku min karê xwe li saziya ciyolocya bidawî kir, ew saziya ku li taxa Hoş Elba`ir dikeve,ez daketim bazarê li navenda bajarê Hesekê,li ser rêka serekî a ku di nîvê taxa Xiwêran de diçe ez bi metirsî dimeşiyam, çimkî ew pirtirîn tax e ji taxên Hesekê ku şerên çekdarî lê çêbûne, herweha…

Brahîm Yûsif
Wergirandina Şiyar Silêman

Dûrî hemî pêşgotinan
dijminên me gihan cihên razana me
Xwîna zarokên me kirine mey û vedixun û pê serxweş dibin
Guliyên qîz û jinên me kirine doşekên razana xwe

Ji bo şûnmayên bav û kalan li ser hîmên çiyayên me nehêlin
Ji bo hizr û bîranînên me ji giyanê deştên me veqetînin
Heydê em nakokiyên…