Şingal û Fermana 74an

Konê Reş 

   Werin em pêlekê li dîroka Kurdên Êzîdiyan vegerin, li fermanên tevkujî û cenosidên ku hatiye sere wan mêze bikin, nexasim piştî fitwa ku miftiyê dewleta Osmanî (Ebû Elsûud Elemadî: 1491-1575), bi destûra Sultan Silêmanê Qanûnî ku deranî; bi kuştin, talankirin û firotina Êzîdiyan.. Û wiha ta roja îro toşî 74 fermanên enfalkirinê bûne, ku a 03.08.2014an a dawî ye. Vêca her ku fermanek dijî wan rabûye, ji neçarî, ji ber mirin û xweparastinê, di berriya Mêrdînê re, berê xwe dane Çiyayê Şingalê, hêlîna azadî û serxwebûnê, keleha xwîniya… Û wiha gelek ji wan eşîr, bavik û berên Êzîdiyan xwe gîhandin çiyayê Şingalê, yên nikarîbûn li berriya Mêrdînê, di nav eşîrên Kurdên misilman de mane û xwe parastine..
(Lo lo Derwêşo! Min ê ti malê zehif û zor ji te navê.. bera kerîkî miya bê.. rebozekî hespa bê.. boşekî deva bê.. konekî reşî erebî, ser bîst û çar  stûna bê.. mêkutekî ji darê darbena bê.. Ez ê vî konî vegirim li quntara çiyayê Evdilezîzê, delavê Çilqîza, Kepezê Mila, raserî Wêranşarê.. Ez ê berê vî konî bidim siyê, li min heram bê, ti carî berê wî nadim tavê.. Min ê e`hdek ji rebê xwe re daye; Piştî Derwêşê Evdî, kekê Fatma, siwarê Hedban mehra mêra li min heram bê…)    
 Di baweriya min de, roja îro parastin û guhdana bi bi çiyayê Şingalê û geliyê Laliş, parastin û guhdana Kurdistanê ye. Danhev û komkirina qewlên pîroz, pêşxistin û dewilmendbûna zimanê Kurdî ye.. Eger her olek xwe bi pirtûkek pîroz pesin dide, bêguman qewlên pîroz di ola êzîdiyan de xwe pesin didin.. 
   Konê Reş, Qamişlo, 08.08.2014  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…