BEHÎNAME

BANGAWAZIYEK Ji Bo Eniyeke Ragihandina Kurdî Yek Deng

Brahîm Yûsif
Wergirandina Şiyar Silêman    

Dûrî hemî pêşgotinan
dijminên me gihan cihên razana me
Xwîna zarokên me kirine mey û vedixun û pê serxweş dibin

Guliyên qîz û jinên me kirine doşekên razana xwe
Ji bo şûnmayên bav û kalan li ser hîmên çiyayên me nehêlin
Ji bo hizr û bîranînên me ji giyanê deştên me veqetînin
Heydê em nakokiyên xwe ji bîr bikin
Bi tevayî li jêr navê ʺYek Dengʺkar bikin
Pênûs bi tevayî hevrêz bin bi tifingan re
dijî tarîxwazan û piştgirên wan
êdî dijmin bela tevde werin şer û cenga me !
ev bangawaz ji dilê dayikên şehîd û birîndar û girtiyan derketiye
ji dilê zarokên şingalê yên derbeder û birçî û şerjêkiryan derketiye
ev bangawaz ji tevaya xwediyên raman û pênûsan re rêkirî ye
wek firehiya dilên dayikên kurdan vekirî ye
ji bo em sengereke rewşenbîrî çêkin
 bi dilêşî û dilsoziya Bedirxaniyan mertalkirî be
sed silav û hurmet ji hemî şervanên kurdan yên fîdakar re
Li Kobanê…..Li Şingal…..Li Rebî´a….Li Mexmûr
navê wan çi be, û li kuderê bin
em wan dibînin ku çawa îro gemarên golên dîrokê paqij dikin

ew gemara ku berhema zayîna herêmî û navdewletî ya nûjen e

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…