June 2014

Konê Reş

Hêêêêêê
Ha wer wer, ha wer wer..
Ha wer were Kerkûkê!
Wer bazara vê sûkê
Bigerîne govendê
Bo dîlana vê bûkê

Serbaz Mesûd Barzanî
Bilêlên û bifirîne kevokê
Ha wer wer, ha wer wer..
Hêêêêêê
Ha wer wer, ha wer wer..
Ha wer wer Zemarê!
Sorkuliîlka hinarê
Îro Zemar rizgare
Ala bi rok li dar e
Pêşmergeyên qehreman
Diparêzin bi rih û can
Ha wer wer, ha wer wer
Ha wer…

Dr. Ehmed Xelîl
Wergêr: Heyder Omer

Hinek ramanbîrên payebilind di dîroka mirovatiyê de hene, bal ber bi mezintirîn rastiyên sirûştê û civaka mirovatiyê de kişnadine, Çarrlz Darwên (Charles Darwin) yekek ji wan e, ewî zagona bijartina sirûştî kifş kir. Ev zagon weha diçe, ku nakokî, di heyînê de, zagona herî gewre ye, û her tim kes…

Tengezar Marînî

Bi hemî pîvanan, komkujiya li Amûdê, beriya salekê bûyî, karekî nemirovane, xerab û bêberpirsiyarî ye. Em kurd, bêhtir ji her kesekî, pêrgî tundûtûjiyê, ji ber daxwaza azadiya derbirînê û demoqrasiyê bûne, lewra, ev karê PYD, YPG û hemî navên heyî, kirî, karekî cihê reswakirinê ye. Ya nebaş jî, ku bi cedî li ser…

Kasî yûsiv

Keçê rebenê
qey
Kulê te ne besî te bûn
Ti çima serê xwe dikê serê berazan de, di keysa ji wanre lê hatî.

ma te bi çî xwe ,xwe ji wan mezintir didît
di vê roja wanî renga rengî de
ji rengên basîc, û keskke sorên tozgitî
di bazarên kirîn û firotinan de
ji bêbextiyên neyar û bêbavê…

Dr.Azad Ehmed Elî*

Ji demek Kevin ve hatiye gotin: heger tu bizanibe ka dê çi li sûriye bi qewime, li welatê Misrê binêre. Ev gotin wek ezmûn û dersekî ji dîrokê hatiye girtin. Di helbijartinên rojên 26- 27 gulanê, yên li Misrê birêve çûyin, genral Abdilfetah Sîsî birêjeya 93% biserket, digel ku çûna ser sebetên…

Konê Reş

Di van rojên dawî de dîwanek nû, bi pênûsek nû ketiye ber destê xwendevanên zimanê kurdî de. Dîwan, navê wê: (Soja Dil) e. Helbestvana dîwanê, navê wê: (Canda Hemo) ye. Piştî ku min helbestên dîwanê xwendin ez bi vê encamê derketim; dîwana Soja Dil bi zimanekê kurdî yê resen hatiye nivîsamdin, hevok bi…

Konê Reş

Îbrahîm Metînî kî bû? Ew helbestvanê kurdên Libnanê ye. Evîndarê Kurd û Kurdistanê bû.. Sofiyekî Mîr Kamîran Bedirxan bû.. Hezkerê ziman û peyva kurdî a resen bû.. Ew ji Kurdistana bakur, çiyayê Omeriyan, gundê Metîna ye.. Di sala 1909an li gundê Metîna hatiye ser rûyê dinyê. Di sala 1930î de derbasî binya xeta…



Helbesta: Evîn Ibrahîm
Werger ji erebî: Brahîm Mehmûd

Bo du dilȇn bi hev re: Evîn Ibrahîm û Mehmûd Ebas
T: Ev helbest hatiye weşandin di malpera ” welatȇ me” de, 16 ȇ pûşbera 2014an, di bin navȇ ” رمياً بالحب ” de .

Ne mirovek bû ji firiştiyan bû
Ew gurzek ji firiştiyan bû
Û asîman vegerand û…

Konê Reş

Malbata Xwedêjêrazî Kamîran Reşîd Berwarî!
Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Duhokê!
Guhdarên Radyoya Dengê Duhokê!
Çendî bi min tal û dijwar bû dema ku min nûçeya koçkirina dawî a destbirakê xwe Kamîran Reşîd Berwarî bihîst. Ez di cihê xwe de cemidîm, hestê min rawestiya û pêre-pêre li naskirina xwe û wî vegeriyam.. Naskirina ku bingehê wê, zimanê Kurdî…

Lewend Dalînî

Seday ê Keleş ku di sala 1930 î de li gundê Bizgûr ê (Bakurî bajarê Nisêbînê) ji dayik bû, ji zaroketîya xwe de bin xet bû, û li hicreyên mela dest bi xwendina olî dikir. Di zaroketîya xwe de seyda di hemû qûnaxên zehmetî û xizanî yê de jiyana xwe bi kotekî derbasdikir û…