Konê ReşSebaretî me kurdên Rojava, ji sala 1947an de zimanê me qedexe ye.. Roja îro, li gor vê teknelojiya nû ku berdest bûye, êdî nema em karin zimanê xwe wek berê biparêzin. Ev zimanê ku ji sala 1923an de toşî talan û diziyê bûye..
Vêca dema ku keçek wek Canda Hemo his û hestên xwe bi zimanê kurdî deyne, hêja ye spasiyê, hêja ye navtêdanê.. Di vê biwarê de gotinek Mîr Celadet Bedirxan bi xurtî li dergehê hişê min dixîne: (Xorto! Te dît ko bazekî kevroşkek girtiye, mebêje ma girtina kevroşkê jî tişteke. Lê bêje te xezalek girtiye, ji bona ko baz li xezalê bigere û bide pey wê.
Xorto! Min got heke tu nikarî çêkî, lê bawer bike, ewle be ko te dil hebe tu ê bikarî jî. Herçî ko dixwaze dikare jî…)
Zimanê me dîroka me ye.. Zimanê me hebûna me ye.. Zimanê me berdewamiya me ye.. Ez ji dil spasiya helbestvana hêja (Canda Hemo) dikim, dîwana wê pîroz dikim û hêviya berdewamiyê jê dikim.
Dîwana (Soja Dil), ji 54 rûpelan pêk tê, 33 helbestên di navbera kilasîk û serbest de, di nav rûpelên xwe de kom dike.

Şîrove (0)