October 2011

Mehmûd Badilî
(ji rewanê Miş`el Temo re)

çipeçipa xwîna te
bi ser mermerê
dilê min yê xemgîn de
valahî ji tîna navê te vêxist
pê re rewanê min yê vemirî.
şikestim..

di pêlên bêhna teyî koçber de
vêketim..
jan û şoreş
di pêjna kuştina te de.
birînên te rapelikîn damarên min
tiliyên min ji min ketin
û hêsirê min bi xwîna te re
qîriya.
hejiya dil..
û gund û bajarên te
pijiqîn…

Nizar Yosif

Gotin pijandin raxistin
Azadî ji tirs ê welidand
Agir bi dudiliyê de kir
Zindan ji coş ê leriz î
Doz herikî

Balav ên kûtî bûyîn bi dilya xwe şûştin
Ber ê Karwan bi duristî veguherand
Bi dilêr î hêrs herikî
Golên rût
Kevirên bê deng
Dilopên şil berdane ser
Ji rûk ê bê deng tav ê veda
Reşik…

Heyder Omer

Xotrên kurd!
Hêviya hêviyên min!
Diwaroja welatê min ji çavên we çîk dide.
Min bibor in, min ev banga we ji bo vê nivîsa xwe; ya ku ji rêberên Kurd re dinivîsim, kiriye sernav.
Gelo, ev xortan pê haydar bûn, ku xaçerêka kuştinê gîhaye ber deriyên malên Kurd! Gelo ew pê haydar bûn, ku pêrçemokên…

Piştî ku roja 08.09.2011-ê hewildana terorkirin û jinavbirina siyastvanê kurd Meşel Temo, Berdevkê Fermî ya Şepola Pêşerojê ya Kurd, ji aliyê rêjîma şoven û totalîter ve bi ser ne ket, îro, 07.10.2011, li Qamişlo di encama êrişeke terorane de rêzdar Meşel Temo jiyana xwe ji dest de û tevlî karwanên şehîdan bû. Bi ser…


Dildar Ismail

Ji qamişlo diese hate derWekî her dem wekî her carAlavek agir alavek miştî kulBi xwîna sor bê avdan gulBi xwîna sor qad namîne şil

Ava bibe rûpelek nûh Ew alav na vemire dibe brûskDi çavên dijminê rêjîma xwînxwar deDi çavên hemî neyar deAlavek vêketî dimîne di dil de Di dilê her kurdekî evîndarê welatHer xortekî…

Mihemedê Seyid Husên

Têruteseliya pirojeyê nemaze ku rewşenbîriya kurdî, bi heman şêweyê jêrnivîsî pêşinyar kiriye, li gel sîmboliya beşekî bijarte ji rewşenbîrên Kurd gotebêj kiriye, herwiha rewşenbîriya kurdî, giringiyeke bê hempa daye pirojeyê û guh lê kiriye, mîna pêşgaveke rewa, erkseza û pêwîst pesende kiriye, bi lezbîrî armanc û encam guheztiye ser zemîna ketîwarî, û…

Heybet MAMO

Li bayê bezê… li rêya hêviyan…
gotinek dest vekirî dibin siha

xewnekê de tîpên xwe cihê kirin
Dem rast li havîngeha kêfxweşiyekê bala min kişand
Ewê gavê çend pirsên nediyar çavdêrî tirsahiya min bûn
hawîrdorî mêyîtiya min guneh barandin
Bi kuve !?
hey navmaliyê bajarê virokeyan ….
li ser pira qederê
hêviyên westiyayî bi tengala…

Di roja 27.8.2011 de , komek ji kurdperwrên rojavayê Kurdistan li Bajarê Århus – Danêmark Komelak damezrandin û li wê civînê Komîtak ji sê kesan hate helbijartin (Birîndar Hesso , Şervan Mustafa , Alan Abdo) . Karê vê Komîtê ew bû :
1.Cihekî ji bo Kongira yekemîn bi zûtirîn kat bibînin .
2. Dan û standin bi…

Konê Reş

Dema ku Şêx Maşûqê Xiznewî hat revandin û kuştin, Qamişlo bi bûyera kuştina wî a trajîdî re li hev ket û hat hejandin. Hingî kurê min yê biçûk Celadet (Mîro), ji min pirsî: Yabû! Şêx Maşûk kî bû?! Min lê vegerand, ji mala şêx Ehmedê Xiznewî bû.. Got: Mala Şêx Ehmedê Xiznewî…

Omer Îsmail

Hevrêziyên xortan karekî pîroze di vê şoreşa sipî ya ku ji aliyê gelê Sûriyê ve hatiye kirin. û xwînrijandin û wêrankirina gund û bajaran ji aliyê rijêma Ba`as ya kevneşop ve tête berdewamî kirin.ev şoreş ji bo azadî ,wekhevî û mafên mirovatiyê ye.daketina boş wek pêlan wê bingehê rijêmê bilerizînê,wê kuştinê ji alikî…