Em destên we radimûsin Li hev wer in

Heyder Omer

Xotrên kurd!
Hêviya hêviyên min!
Diwaroja welatê min ji çavên we çîk dide.
Min bibor in, min ev banga we ji bo vê nivîsa xwe; ya ku ji rêberên Kurd re dinivîsim, kiriye sernav.
Gelo, ev xortan pê haydar bûn, ku xaçerêka kuştinê gîhaye ber deriyên malên Kurd! Gelo ew pê haydar bûn, ku pêrçemokên tariyê nema tenê di tariyê de xwînê dimij in,
belê vaye di ronahiya nîvro de jî kuştinê li ser gewdeyê welatê min û we belav dikin, vê lomê jî beriya kuştina xebatkarê jîr û jêhatî M. Temo bi çend katan wan hawara xwe kire tevger û partiyên Kurd ( Em destên we radimûsin, li hev wer in, hevgirtin hêz e )*.
Bi rastî, gava min ev saloxana dît û xwend, eşqa dilê min rabû û keliya, vaye xortên me hêvî ji tevgera xwe nebirrîn e. Gelo tevgera me dê qaserî vê bangê be, û rê li pêş pêçemokên şev û rojê bigir e?
min xwast ez jî bi wanra bama, lê ji wan dûr im, tevî vê dûriyê vaye ez jî  tev li wan dibim, pêre jî ez pê haydar im, ku hêviya ev xortan  di tevgera kurdî de dibînin ta çi radeyê gur û germ e!
Vaye ev ageha wan, ya dide xuyakirin ku kesek li hember awayên kuştinê, yên ji kîna rijîma kujer diherik in, ne awarte ye, pir neçû heya ku rijîma kujer ageha wan kire rastî û kolanên Qamîşlo bi xwîna  M. Temo sor kir.
Kuştina hemî kesên ku heya îro li kolanên Sûriyê xwîna wan rijiye, ne mîna ya M. Temo ye, kujerên pêtirî 3000 hemwelatiyên sûrî hemiyan ne diyar in, kesek nizane ew kesên ku ji ser banên xaniyan de berikan bi ser xwepêşandaran de dibarînin kî ne, tenê tê zanîn ku ew kujeran Şebbîhe û endamên ewlekariya rijîmê ne, û qurbaniyên şoreşa gelê Sûriyê jî heya îro ji nav xwepêşandara ne, ne ji refê rêberên in.
Kuştina M. Temo di ronahiya nîvro de, û di hundir xanî de, bi destên Şebbiheyên ser-rûgirtî gelek nameyan bi gelek waran de dişîne; bi baweriya min giringtirînên wan waran dudu ne:
Yek jê ji bo hemî rikberiya sûî ye, nemaze jî piştî damezrandina civata niştimanî sûrî, ya gelek hêzên rikberiyê di bin sîwana wê de dest dane hev, û hilweşandina rijîmê kirine armanca yekemîn. Naveroka vê nameyê ew e, ku rêber û serek û zîmbolên rikberiyê bûne armanca rijîmê û Şebbîheyên wê.
Lê nameya herî eşkere û bi hêz ji bo rewşenbîr û tevgera kurdî, nemaze jî rêberên wê ne, dibêje wan eger hûn kolanên kurdî û xwepêşandarên Kurd hêdî nekin, banga azadîxwaz, ku ji bajar û bajarokên Kurd bilind radibe di qirikan de ranewestînin, qirikên ku banga azadî jê diherik e, û ezmanan diqelêş e, û saw û tirsê dixe hundir odeyên razana serek û endamên rijîmê, mîna qirika Qaşoş, jê nebirrin, hûn jî dikevin lîsteya M. Temo.
Her weha mirov nikare ji bîr bike, ku mebesta din ji vê kuştina pilankirî peydakirina kirîzeyeke kambax di nava her du gelên Kurd û Ereb de ye, ku wan rû bi rû bide hember hev. 
Bi kuştina M. Temo re gelê kurd rewşenbîrekî û rêberekî hêzdar û wenda dike, lê mebest ne tenê M. Temo ye, belê hemî tevgera kurd e, bi hemî şaxên xwe ve, çi rewşenbîr, û çi nivîsevan û siyasetmedar û rêber be.
Xortên Kurd jî, beriya kuştina M. Temo, bi vê yekê haydar bûbûn, vê lomê ew banga dilşewat ji qirikên wan herikî, û bi ber tevger û partiyên kurd de dirêj bû.
Gelo ev banga, ku dikare çiyan bihejîne û lat û zinaran biqelêş e, dê pêrgî guhên gudar bibe?! Hêviya min ew e, ku kuştina M. Temo û vê bangê riya kongira niştimanî kurdî, ya çavên milyonên Kurd lê ne, rast û durist bikin, û çi hêzên kurd, nemaze jî lihevkirinên xortan, ji wê kongirê bê par nehêl in.

             Hannover 08.10. 2011
·  Ev bang di xwepêşandan roja Înê 07. 10.2011 de li Qamîşlo hatibû hildan.  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Ez bi dilşadî û hesreteke bêdawî li benda dîtina wî bûm.. Di pêncê Hezîrana sala 2022an de, kurê min “Cenko” (Django) ji Viyanayê hat, ku li wir li zanîngehê dîplomaya xwe dixwîne. Ew û hevala xwe ya xwendkara zanîngehê hatin, da ku em bi hezkirin pêşwaziya wî bikin û em…

Fewaz Ebdê

Di dilê bajarê kevn de, ku rojekê ji rojan bedewiya ronahiya wî di ruwê asîmên re dida der, şev her tiştî dadiqurtîne. Bajar di nava tariyê de di xew ve çûye, ronahiyin lawaz di nav re diçirisin, lê êdî têra ronîkirina kolanên wî nakin; ew kolanên ku tije qelebalix û…

EBDILBAQȊ ELȊ

Barzaniyet ne tenê navek e ku bi serokekî an demeke dîrokî ve girêdayî be, lê belê dibistaneke têkoşînê ye ku di nav salên dirêj de bi têkoşîn, fedakarî û xebata nifşên li pey hev hatiye avakirin. Bingehên vê dibistanê li ser nirxên azadî, rêz, dadperwerî, parastina mafên mirovan û berpirsiyariya…

Dr. Mahmoud Abbas

Ji Şoreşa Klasîk Ber Bi Pevçûnên Serdema Algorîtmî Ve

Gelê Kurd îro ne hewce ye ku dadperweriya doza xwe ji nû ve bipîve, ne jî hewce ye ku ji mafê xwe yê neteweyî, an ji xewna xwe ya dîrokî ya Kurdistaneke yekgirtî û azad paşve vegere. Ewê ku…