belavokên partiyan

Civîna giştî (Kongira) yekemîn ya damezrandina Komela Kurdên Sûrî li Århus

Di roja 27.8.2011 de , komek ji kurdperwrên rojavayê Kurdistan li Bajarê Århus – Danêmark Komelak damezrandin û li wê civînê Komîtak ji sê kesan hate helbijartin (Birîndar Hesso , Şervan Mustafa , Alan Abdo) . Karê vê Komîtê ew bû :
1.Cihekî ji bo Kongira yekemîn bi zûtirîn kat bibînin .

2.  Dan û standin bi hemû Welatiyên rojavayên Kurdistanê re bikin ; yên bajarê Århus û herêm û bajarên nêzîkî wê , ta ko Rêbaza Komelê bighînin wan di riya Înternêtê û E.Maila de .
Cihê herî zû û nêzîk hate dîtin ji hêla Komîtê de .
Kat û navnîşana Kongirê eve :
Roja yekşemê : 2.10.2011
Katjimêr : 11,00 berî nîro
Hasle Centervej 159
8210 Aarhus  V
Li destpêkirina civînê , reawistandina 1 xulek li ser giyana pekrewanên Kurd û Kurdistanê û yên şoreşa Sûrî pêk hat.
Paş wê Komîta Komelê ev xalên civînê pêşneyaz kirin :
1 – Bixêrhatina beşdaran
2 – Serrastkirina ( tesbîta ) jimara Endaman
3 – Xwendina reşbeleka rêbaza Komelê û dengdan li ser
4 – Hebijartina ( Civata Komelê ) Civata ( Şûra )
5 – Hebijartina Komîta Birêvebira Komelê
6 – Pêşneyaz û tiştên din
– Paş bixêrhatina mêvanan , civînê destpêkir û jimara Endama hate danîn .
– Reşbeleka Rêbaza Komelê hate xwendin û paş şîrovekirineke dirêj û danîna pirs û bersivan li ser wê , bi tevahiya dengan hate wergirtin .
– Civata Komelê ( Şûra ) ji 11 Endaman û 2 Endamên cîgir hatin helbijartin .
– Komîta Birêvebira Komelê hate helbijartin ji hêla Civata Komelê de :
3 Endamên Komîtê : Mustefa Horo , Abdulla Hesso , Şervan Mustefa û
2 Endamên cîgir : Birîndar Hesso û Comerd Abdo .
– Di xala dawî de ji Kongirê , pir pêşneyaz û karên pêwîst hatin pêşkêşkirin ji bo pêşerojê re ji bo Komîta Birêvebira Komelê .
Hêviya beşdarên vê Kogirê ew bû ko ev Komele , wekû komelên din ên çalak û xebatker çi li Danêmark yan jî li Weltên dinî Ewropî bi erkên xwenî Netewî rabe ta ko ew zordarî ji ser miletê me rabe û miletê Ewropî bi rewşa menî dijwar bidin naskirin .
Armanca vê Komelê jî ew be , ko em xweşî û nexweşiyên xwe li hev par bikin û li hev xwedî derkevin .
 
Li gel silav û rêz
 
Zinar Şêxmûs 2.10.2011

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…