March 2011

Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk

Em di bîra limişt û tofanan de, wek rimên bêhûdeyiyê, wek şevçiraxên tozê yên bajarên tozperest, wek welatên ku ji xwîna me ber bi tavsorkê ve dibezin, em; neviyên nexşeyên jibîrbûyî, di bîra kevir de; navên xwe, kavilên xwe, xweşsiwarên xwe, ol û tinaziyên xwe, kêl û kelehên xwe, êş û kemendên xwe û…

Ahwara Ako

Roj bi dêmên xwe yên sor di derya de xwe vedşêre, refên hechecîkan ji şûna xwe bardikin, hêvî hêlînên xwe winda dikin, gul rengên xwe vedşêrin, çiya ji ber bilindî ya xwe şerm dike, rohnî ber bi tarî yê de bazdide, wê demê xwedê dibe penaberê çavên evîneke qedexe.

Wê demê dem tune…

Evîn şikskî

peyîza pêşî bû êvarkî bê dil û bê rumet bû, dara hinarê xwe ji guneha diweşand peymaneke nu bi bûharê re girê di da ,di çavê Gulê de neçarî û belengazî xûya dikir, biskên pora wê ya bi henê sorkirî ji ber kefika wê ya sipîreng derket bû, xem di dilê xwe de diristin…

Di salvegera yekemîn a koçkirina nivîskarê kurd Rezoyê Osê de, ji bilî dewlemendiya giyanê wî, dilsojiya pênûsa wî, pîrozmendiya ximava wî û westana wî ya ku li ser eniya peyv û derbirîna kurmanciyê diçurise, em ji bilî wan tiştekî din hêjayî êşbariya bîranînê û hêjayî naveroka hezkirina xwe nabînin.
Lewra em malpera taybet a Rezoyê…

Qamişlo, 04.03.2011, Vê sibehê saet deh, birek ji nivîskar û rewşenbîrên Kurd di gel redaksyona kovara Pirsê çûn gundê Dekşûrî(15 km bareşî Qamişlo ye), serdana gora nivîskar û rewşenbîrê Kurd Rezoyê Osê. Yê ku ji berî salekê ve, di eynî rojê de koça dawî kiribû.
Li gundê Dekşûrî, redaksyona kovara Pirsê, ya ku rehmetî Rezoyê…

Erê mamosteyê min, ma dê peyv cihê xwe di êş û bîrkirina me de têrê bikin?! Ma dê ev tevlîhevî me jî di bin sîwana azarên te bi xwe birî de vehewîne? Ma dê ev parçe çame têra hêjabûna te bike? Ma dê mirin çend caran berê xwe bide dukela hişê me? Ma ev gotinê…

Béwar Girpiri

Ger tu evîn be
Ez dilim
Ger tu dil be
Ez canim
Ger tu can be
Ez laşim

Ger tu raman be
Ez hévî me
Ger tu hévî be
Ew bérî me
Ger tu çibe
Ez ji te his di kim
U bériya te di kim.

Konê Reş

Li azmanê bilind îro, şevên tarî hejarim ez
Stêra min xuya nake, nema ron û zelalim ez
Rezoyê Osê

Wek ku diyar e berî salekê, di rojek mîna îro de(04.03.2011), mamostayê ziman û peyva Kurdî a resen Rezoyê Osê ji nav me barkir. Bi koçkirina wî re valahiyek berz di qada rewşenbîriya Kurdî de…

Dost û hevalên dilsoz…
Belkî ji qedera gelê Kurd e, ku boneyên wî yên herî gewre û rojên wî yên bi êş û şewat jî di mehe Adarê de ne.
Berî niha bi salekê, li çarê meha Adarê, lawê gelê Kurd, mirovê zana û rewşenbîr, birayê me yê hêja Rezoyê Osê govdeyê xwe yê nazik…

Di bin navê Jin kaniya jiyanê ye dîsa Mala Kurdan çejna jinan li bajarê Bonnê pîroz dike.

Fermo jina Kurd em ê bi hatina te pir kêfxweş bibin.
 
Dem: 06. 03. 2011
Saat: 13:00
 
Adresse: Endenicher Str. 127
 
53115 Bonn
Tikilî: 0177 398 7516

.