Malpera nivîskarê Kurd Rezoyê Osê

  Di salvegera yekemîn a koçkirina nivîskarê kurd Rezoyê Osê de, ji bilî dewlemendiya giyanê wî, dilsojiya pênûsa wî, pîrozmendiya ximava wî û westana wî ya ku li ser eniya peyv û derbirîna kurmanciyê diçurise, em ji bilî wan tiştekî din hêjayî êşbariya bîranînê û hêjayî naveroka hezkirina xwe nabînin.
Lewra em malpera taybet a Rezoyê Osê, hem diyarî giyanê wî yê nemir û hem jî pêşkêşî cîhana wêje, çand û kelepûra kurdî dikin.
Her wisa banga me ji bo hemî dost û heval û xwendevanên kurdiyê jî ew e ku, hemî nivîs, wêne, bîranîn û hemî babetên ku bi Rezoyê Osê ve girêdayî bin; ji me re bişînin da ku em jî wan di malpera wî de bi cih bikin.
 
Bila serê malbatê, serê dost û hevalan, serê miletê kurd sax be!
 
Li ser navê heval û dostên Rezoyê Osê:
Zagrosê Haco
Ehmedê Huseynî
 
www.rezoyeose.com
rezo@rezoyeose.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Franz Kafka û Jin

Franz Kafka (1883–1924), yek ji nivîskarên wêjeyî yên herî karîger ê sedsala 20an, di warê têkiliyên xwe yên bi jinan re de gelek nakokî didît. Ev hevsengiya wî hem di jiyana wî ya şexsî de û hem jî di xebatên wî yên edebî de bandorê…

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…