July 2008

Xemgînê Remo

Ezê çi bikim
Ku helbest nikare
Vîna te binîvsîne ..
Axîn û keser jî
Nabin bayê bêrîn
Da baraneke payîzî
Li biyabanê te bibarîne …

Vîna te
Vîneke cûdaye
Ji dîroka evîndarîyê
Pekîyaye ….
Bi dirv û nîşanên xwe
Ne wekî ti vînaye …
Vîneke dil-êş û
Ser-gêjîne ….
Û nizanim çima
Li payîza temenê min
Tu buhareke rengîne ..?

Vîna te
Çîrokek dûv dirêje
Û nejî çîrok dikare
Binîvsîne ….
Vîneke pîroz…

– Îro di rojeva cîhanê de du pirsên giring têne niqaşkirin: Terorîzm û Xweza.
Mirov gelek caran li ser çalakiyên ekstrêm qise û niqaşê dikin. Lê zêde nêzî pirsa terora dewletî nabin. Çi ma?

R. Hassan: Bê guman e ku, hêz û bandora medîayê li ser van pirsan piralî ye. Xwedî û rêvebirê her organekî,…

Terorîzm qetilkirina mirovan bi şêweyek hovane ye. Ji bo bighêje armanca xwe, çalakiyên hovane pêk tîne, bi vê rêyê civatê nîvfelcî dike, bêhişkirin, bêdengkirin û korkirina mirovan bi xwe re dihêne…
Nêzîkbûna ola îslamê li qetilkirin û helwestên hovane çawa ye?

Z. ZINAR: Kesê ku di nêv axa welatekî Îslam de be, parastina can, mal…

Can bapîr

Sar weke tirsê Navnîşana berhema yekem ya xortê ciwan((Ciwan Nabî)), ez dibêjim : germ weke xwînê, cem min helbestên wî weke xwêdana du destên evîndaran
di silavê de zû derin, lê dereng bîranînên wê germayê di hest serê tiliyan de dimînin û dimînin û ew pê çi delal dibin parçemok di bin şeva…

Hoşeng Osê

Piştî têkçûna împeretoriya Osmanî û vekişîna wê ji welatên ereban, li gorî peymana “Saykis _ Bîko”ê, navber îngilîz û fransiyan, ji sala 1920’an û haya 1946’an, Sûriye ket bin mêtingeriya fransiyan. Ango, Sûriye, 26 sal, li bin destê fransiyan ma. Heta piştî ku ferensî ji Sûrî û Lubnanê vekişiyan, dîsa jî van herdû…

Bavê helebçe

Gelek caran me di medya û rojnameyên kurdî de l ser , çelengî û qehermania jina kurd û giringiya rola wê di civat û dîrokê de xwendiye,
Û gelek navên navdar bi tîpên zêrîn di rûpelê dîrokê de hatine nivîsandin .
Û bûne sitêrkin geş, roniya xwe dane qada xebatê, û rê li pêşya xorta…

Azad Kurdî

Gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bona rêzgirtin ji yad û bibîranîna 19’hemîn salvegera Şehîd û terorkirina Dr. Qasimloyê rêber û hevalên wî, gireveke giresyî û berfireh a nerazîbûnê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê lidar xistin. Heta bi vî awayî kerb, nifret û nerazîbûna xwe ji vê kiryara terorîstî a rayedarên rejîma Komara Îslamî a Îranê…

Me koçka Rojavayê kurdistan girt : ji buna partîyên me şerê hev nekin u hev texwîn nekin li koçkan !!!

Ji buna parastina tevgera siyasi ya Rojavayê kurdistan me weku idara koçka rojavayê kurdistan beryarek da ku em koçkê bigrin û rêber û berpirsên partîyên kurd li Surî dûr bikin ji şer û hinek peyvên…

Dilbirîn goran

Rih nemay î can feday î bilind wek çiya yê metîn
Pir wefay î tû hêja î gorî te cana şêrîn

Tû malbatî ar nejatî tû xweş xelat û mizgîn
Piling şêrî şoreşgerî kak masoud sed aferîn

Ne ji vanim ne ji wanim mêvanim , ez dergevanê teme
Tû rêberî taca serî , ez guhdarê gotnê te me

Kurd…

Xelîl Sasûnî

Eva salek te dev berda ji van dost û hevala.
Te koçkir û Te pişt da me, Tû dûr ketyî ji mala.
Tû may bê deng, tek û tenha, ne şand bo me silavek.
Xuyaye rast Tû dil sar bûy ji dinya pûç û vala.
Ji lewra ku di jînê de… Nexoşî tev Te dîtin.