vîna bi helbestê nayê nivîsîn

Xemgînê Remo

Ezê çi bikim
Ku helbest nikare
Vîna te binîvsîne ..
Axîn û keser jî
Nabin bayê bêrîn
Da baraneke payîzî

Li biyabanê te bibarîne …
Vîna te
Vîneke cûdaye
Ji dîroka evîndarîyê
Pekîyaye ….
Bi dirv û nîşanên xwe
Ne wekî ti vînaye …
Vîneke dil-êş û
Ser-gêjîne ….
Û nizanim çima
Li payîza temenê min
Tu buhareke rengîne ..?

Vîna te
Çîrokek dûv dirêje
Û nejî çîrok dikare
Binîvsîne ….
Vîneke pîroz û dêrîne
Bi dêrînîya Decla û Ferat
Û kiştîya xewna
Nizanim
Wê min bi kuve bighîne ….

Vîna te bazbendeke
Dayîka min
Li serdema zaroktîyê
Li zenda min girêdaye
Berbejne ke li ser dilê min
Û hîn jî
Çavên te şermokin
Awirên te revokin
Ey maka tirs û lerzînê
Kê ev tirs di dilê te de
Çandî …?!
Kê germî ji wan çavên xivşe yî
Revandî …?!

Wax ..! bêzarîya te
Çendî min dêşîne
Mêrg û çîmen diçilmisin
Refên kewa mişextî ne ..
Û ez
Yê di nav poşên berande
Westîme …
Keçê çi bo min maye ..?
Ezê xwelî ya te
Li kîjan deverê
Bi ser serê xwe de birjînim
Û serê xwe
Li hîm û latên
Kîjan çîyayî xînim …?!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mahmûd Abbas

Neteweyên Biçûk û Cihê Wan di Pergala Nû ya Cîhanê de

Di pergala nû ya cîhanê de، giraniya netewe û welatan êdî tenê bi firehiya erdnîgariyê، hejmara gel an mezinahiya hêza leşkerî nayê pîvan. Ceribandinên çend dehsalên dawî nîşan didin ku welatên biçûk dikarin bi rêxistina baş، veberhênana li mirov، avakirina aboriyeke…

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…