Şevger: Hesab bikin girtina koçkê bihin vedaneke kurte ji mere u ji tevgera mere

Me koçka Rojavayê kurdistan girt : ji buna partîyên me şerê hev nekin u hev texwîn nekin li koçkan !!!

Ji buna parastina tevgera siyasi ya Rojavayê kurdistan me weku idara koçka rojavayê kurdistan beryarek da ku em koçkê bigrin û rêber û berpirsên partîyên kurd li Surî dûr bikin ji şer û hinek peyvên pûç û xav ku ne layîqî hinek rêberên partîyan bû mixabin hatin gotin di koçkan de, teybet piştî proplama ku peyde bû di nav HEVBENDî Yê de.
Me dît her semînerek ku bibe li koçkê wê bibe sedma şer û nakûkîyan di navbera partîyan de li welat u li dervî welat , ji heyva 4 û 5 û 6 me hemû babet rawstandin ji ber em weku koçka rojavayê kurdistan xwe nekin gonehkar u em rê nedin hinek ne heskerê tevgerê ku wan dixwst ku Zeytê berdin ser agir..
Em dizanin wê pir acizbûn peyde bibe bi girtina koçka me ji hêla rewşenbîran u ji dostan û ji hevalên me ji tevgera siyasi ji ber ev koçka yekemîn bû ku vebû ser internêtê bo kurdên rojavayê kurdistan bi mebesta girêdanekê peyde bikin di navbera kurdên Europa u tevgera siyasi ya li hundurê welat de u bi rastî ev armanc bi cî hat û koçk bû prncereke azad bo her kurdekî û bi nêzîkî dikarîbûn 5 sehet tevlî gift û goyan bibin bi serokên partîyan re û ev xebat u ev girêdan tiştekî nû bû bo kurdên rojavayê kurdistan de.
Her şev babetek li koçka rojavayê kurdistan hebû u bi 100 kes kom dibûn de bizanibin yekser çi agadarî ji welat hene .

Belkî gelek pirs ji me werin kirin derbareya girtina koçkê !!!
Me got bi telefûnê beryara girtina koçkê ji rêberên partîyan re got u me got ji ber ku şerekî pir dijwar heye dinav partîyan de û em mecbûrin koçkê bigrin de hun nikaribin hazir bibin u em naxwazin çend heyvekî hun hazir bibin ,de em weku koçk nebin cihekî şer u de em rê bigrin ber hin kesên ku xêrê ji partiyan re naxwazin u dixwazin zeytê berdin ser agir u neynokên xwe dikin laşê tevgerê de û pênosa hinan jeher jê tête xwarê ..
piranîya partîyan gotin na…na… koçkê negrin .. gotin goneh gonhê partîya ye ne gonhê weye divê ev koçk berdewam be u bera her kes nerînên xwe bêje ji ber em partî nikarin xwe nû bikin u nikarin werin ser hev u nikarin lêvegereke siyasi berfereh damezrînin u pir giringe ku raghandin bandora wê hebe u çavdêr be û her tiştî zelal bike ji raya giştî re..
Sipas bo wan hevalên Admîn ku hemû cihê rêz û qîmetin ku 6 salan mil spartin hev bê rawsandin ser hesaba seheta xwe u malbata xwe ku her şev dikarîbûn 10 sehetan babetan bi rêve dibirin u tehmûlîya xweşî û nexweşîyan bikin hemî bo xatrê tevgera kurdi u dozê…
ew admînên hêja ev bûn: Kisra kurê seydayê Cegerxwin – u Yado52 bavê Siwar- u Jîr u Har kurê Diyarbekir – welato-7 û kisra99 ji Hisiça – Lefan Boseli ji Zaxo- Kevok ji Zaxo – Shevger ..
# Em lêbûrînê dixwazin ji her mihvanekî ku derbasî koçka me bûbê û me dilê wî hiştibe.
# wek agadari 6 sal ev koçk mesref u perê wê ji berîka min bû.. bera kesek strîya bi min ne çinê û ne fikire ku yek partiyê pera dana (şevger) ..ji ber em bi pera kar nakin,, canê me qurbana kurdistane u her amadene qurbanîyê bidin bo serxwebuna kurdistanê .
# Dise dubare bikin ku em amede ne bo vekirina koçkê dema em bibinin pêtivîya tevgera me bi babetan heye u dema ku partî şerê hev nekin li koçkan…
Hesab bikin girtina koçkê bihin vedaneke kurte ji mere u ji tevgera mere .
Birayê we / şevger
îdara koçka rojavayê kurdistan
14.7.2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…

Şivan Elwan

Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê îro di 23ê Tebaxa 2026an de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi serkeftî hate lidarxistin û bi dawî hat
di vê kongirê girîng de gelek endam û nûnerên Yekîtiyê beşdar bûn hin ji wan bi awayê rasterast hatin amade bûn û hinên din…