March 2008

XEMGÎNÊ REMO

Avdarê …
Dîsa wekî her car
Te kezî û biskên xwe
Li destpêka buharê
Vekirin
Û pora xwe
Bi xwîna çend hevendan
Şiştin …
Te dîsa dil û cergê
Çend dayîkan biriştin …?

Kolanên qamişlo
Bi avê nayêne şiştin
Şaredarî lê razayîye
Tenê nêçîrvanên tarîyê hişyarin
Û dem dîsa
Dema nêçîra kewaye …
Di şevên newrozan de
Gulên ji xwînê diişkivin
Û govendî yên me
Li van kolanan
Ji hilm û…

Elî Cefer
23. 03. 2008

Newroz weteyeke wê zor bi nirx û gewre heye. Ew nîşana rojeke nuh; rojreke wekhevî, azadî, aştî û aramî, lê hîn giringtir ji bo me Kurdan roja serhildan û berxwedanê ye. Ji lewre jî dijminên me ji sedê salan ve nexwestine em bi şahî Newroza xwe bikin. Her û her dek…

Salih Cefer

Berî çend rojan min bihîst ku emerîkîyan Elî Kêmawî radestî Iraqîyan kir, kêfa min gelekî xweş bû û min bi xwere got vaye roja ku kurd li bendêne hat.Roja 16 î adarê Elî Kêmawî bajarê Helepçe da ber kîn û cehra Be’sîyên regezperest û şofen, min jî di dilê xwede got vaye berpirsîyarên…

Ebdulbaqî Huseynî / Oslo

Eve serê çend-deh salane ku rêjîma Ba´as li Sûriyê bi wî hizrê xweyî paşverû û şofînîst planin dijwar li himber kurdên welêt, kurdên Kurdistana rojava dimeşînin, da ku wan carekê esmîle bikin, û carekê wan tunebikin. Lê sebir û arama kurdên me herdem bitundî û li himber van planan radiweste, û…

Di çarçeweya siyaseta rêjîma Şamê ya şoven û nijadperest de, ku ev çend sal in bi aliyê teror û reşekujiyê ve çûye, duh (20.03.2008) hêzên ewlekariya rêjîmê qirkirin û tawaneke din e reşekuj pêkanîn ― wan li bajarê Qamişlo ciwanine kurd, yên ku bi şêweyên pir aştiyane û şaristanene bi cejna Newroza pîroz şah…

Bêwar Brahîm

Şev, xewneke xweşbû, ji hilbûna agirê newrozê re.
Bihinvenadeneke fireh û bêmawe bû, ji dilgirtiyên azadiyê re.
Tacagulên rengîn bû, li ser sînga yadiyan.
Qamişlo, bejna xwe bi şal û şapikên Kurdî girêdabû.
Guliyên xewnên xwe, bi kulîlkên Bagok û Qendîlê xemilandibû.
Rêkewtiya pilankirî a rûreş, pncên xwe dirêjkirin?
Şal û şapik, ji ser bedena Qamişlo çirandin.
Kulîlkên Bagok û…

D . Rufend alyusef

xortê kurda
tene kuştin bi tiving û topa ne
babîsoka le qamişlo cara didwa ne
xort raxistin be deha ne
Newroz le me kiren xwîn û hesra ne
Dîsa le me ferma ne
fermana me kurda ne
Carke din le qamişlo
Brînên me nû kirn
Le hawîr li me bû heware
Hewara bav û dayka ne
Qerîna bûk…

Dîsa hêzên ewlekarî, yên rîjîma Sûriyê li bajarê Qamişlo di êvara Newrozê de çek dijî kurdan bikaranîne. Dema grûpek ji xortên kurd, şahiya Newrozê bi sitran û dîlan li dora mûm û agirê Newrozê pîroz dikir, ew bi destên wan hêzan hatibû gule baran kirin. Di encama wê êrîşê de ta vê rojê 3 kurd…

Jan Dost

ji bo giyanên pak ên:
Mihemed Mehmûd Hisên
Mihemed Zekî Remedan
Mihemed Yehya Xelîl
gelo we li hev kiribû ku hûn bi yek navî şehîd bibin?

sibe newroz e! We bi ken û germiya dilên evîndaran ji hev re got û mîna lehiyek agir herikîn kolanê
dayikên we digotin: Xwedê we biparêze lawo
xwedê li pişta we be
û hûn…

Ezîz Xemcivîn
xemcivin@hotmail.com

Fêrbûn û fêrkirina zimanê kurdî erkekî netewî ye.Ji me neye ko em hev fêr bikin, bila têkbirina zimên jî ne bi destên me be!Belavbûna berhemên ketî, têkbirina ziman bi xwe ye!Navtêdan û pesindariyên bêwate, nifşekî hatî fêrî çandeke ketî dikin! Em ê kengî ji çanda şabaşî û çepikan rizgar bibin?Semakurd a çand û…