Salih CeferŞêîyan di roja cejna misilmanan de heyfa xwe ji Sedam hilanîn û guh nedane rejîm û peya û hezkirin Sedam, wan bi ya xwe kir û kezeba xelkê xwe honik kir û heyfa xwe ji wî xwînrêjî hilanin û siloganên xwe jî di dardakirina wîde bilind kirin.
Piştî roja 16 e derbas bû û sibê nûçeya bi darda kirina wî di kenalên televizyonî de der neket, hêvîyên min li erdê ketin û ez gelekî xemgîn bûm, lê min bi xwere got belkî di roja 21 de vê hesretê ji dilê kurdan derxin, lê piştî ku roja 21 jî derbas bû û tiştek nebû, min tê derxist ku hêzên siyasî yen başûrê kurdistanê nikanin heyfa gelê xwe zû zû hilînin.
Eger kurdên başûrê kurdistanê di vê demê de nikanibin mafên xwe bi cî binin û heyfa xwe hilînin, gelo wê kengî kanibin ?!
Piştî ku rewşa Êraqê baş bibe û hêzên siyasî yên ereb û turkmen û heznekirin gelê kurd pişta hev bigirin û bibin yek, wê demê wê kurd kanibin heyfan hilînin !
Dîrok tim dûbare nabe û fersend jî tim bi dest mirovan nakevin, eger di van rojên teng de heyf neyê hilanîn, ew tu carî nayê hilanîn.
Hêzên siyasî yên başûrê kurdistanê vê berpirsîyarîyê radikin û divê bi qendî wêbin, eger wa nebe wê nifşên dahatû daxawza vê berpirsiyarîyê ji wan bikin.

Şîrove (0)