NEWROZ 2026

FewazEbdê

Zaroktiya ser girê Niqare

Agir ji mista min biçûktir

 û ji cîhanê mezitir bû.

Me pif dikirê

gurr dibû

 çirîskek bi tenê jê diçû asmên û

mîna çûkekî bi tirs vedigeriya

di sênga me de

li hêlîna xwe digeriya.

Pizotên wî agirî

 dilê keçeke gundî

evîndar û şermok bû.

Xortaniya ser depê şanoya Newroza Qamişlo

Agir xwe di sênga me de çemdikir

berya ku em xwe di ser re çemkin..

Di bêrîka me de

volkaneke biçûk hebû..

bi qarînekê re

ba vêdixist

ba perde vêdixist

perdê xewn û hêvî vêdixistin

hêvî dibû hespekî şemûs

kesî nikarîbû wî kedî bike.

Niha

Piştî por sipî bû

Li hewşa mala dostekî

li bajarê Dortmund

Agir aram e

weke pîrejinekê ye,

Digirnije çikû

tiştê ku dizane

pirr bêhtirin ji yên ku dibêje..

Destê xwe ber bi êgir ve dibim

tiliyên min dikevin goman û sawîran

girê Niqare tê bîra wan

beza li ser şanoya Newroza Qamişlo

û tê bîra wan ku agir tim bi me re bû

bi me re mezin bû

bi me re pîr dibe

û

ji temenekî ber bi temenekî

ji zimanekî ber bi zimanekî

ji welatekî ber bi welatekî ve diçe..

Ez dibêjim ev sipîbûna por ne pîrbûn e

ew ariya agirê kevn e

hêjî di hinavên me de vêketî ye..

Û ez dibêjim ku Newroz ne tenê cejn e

Newroz şêweyeke

em pê ji tariyê re dibêjin:

Em li vir in

Bi agirê te

mezin dibin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Weşanxaneya Ramîna, bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Jêrderyavanên Ehqafan» a romannûsa Siûdî Emel Elfaran, bi wergera Yasîn Hisên, weşand. Ev çapkirin bi piştgirîya Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî di çarçoveya projeyeke ku armanc dike nimûneyên hilbijartî yên wêjeya Siûdî bo zimanê…

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…