Hişiyariya Netewî Kurdî

Zara Salih

Bêguman, dema ku em behsa tovê bîroka hişiyariya neteweyî kurdî bikin, wê pêşî navê helbestvan û feylesûfê mezin Ehmedê Xanî (1650-1707),were ser ziman. Xanî tê naskirin mîna bavê hişiyariya neteweyî ya hemû Kurdan, ku eger em vê bîroka giring di çarçeweya dîrokî de binirxînin, wê Ehmedê Xanî bi sedê salan ne tenê li pêşiya netewên herêmê be ( mîna Tirk, Ereb û Farisan), lê wî beriya Ewrupiyan jî doza dewleta netewî kir. Em karin bêjin ku Xanî bi hişmendî û hişiyariya neteweyî, bi sedê salan, li pêşiya serdema xwe bû.

Herûher, wî serkeftina miletê kurd bi hebûna dewleta netewî ya Kurdî ya serbixwe û zimanê Kurdî ve girêdabû. Nivîsandina wêjeyê û afrandina wê, Xanî bi şêweyeke rexneyî dida zanîn, ku di bingeha xwe de, dozeke hişiyariya siyasî-civakî bû. Weke nimûne, di destana işqê “Mem û Zîn” de, Xanî ne tenê hişiyariya neteweyî daye zanîn, lê dîroka jiyan û civaka kurdî tev de, bi şêweyeke rexneyî nivîsandiye û hişkere sedema parçebûna miletê Kurd diyar dike û çareseriyê di dewleta serbixwe de dibîne ku heta vê serdemê jî ew e. Ev parçek ji helbesta Xanî ye ku hemû bîrok û têgehiştina diyar dike:

Ger dê hebûya me ittifaqek

Vêk re bikira me inqiyadek

Rûm û Ereb û Ecem temamî

Hemiyan ji me re dikir xulamî

Tekmîl dikir me dîn û dewlet

Tehsîl dikir me ilm û hikmet

Lê di heman çarçeweyê de, ji beriya dora sed salî ve ji dema Ehmedê Xanî ve, mîrê Kurd “Şeref xanê Bedlîsî(1543-1603)”, ku tê nasîn mîna dîroknivîsê pêşî ji dîroka Kurdan ve, û wilo jî helbestvan û dîroknas bû, jibilî ku ew siyasî û mîr bû jî di mîrnişîniya Bedlîsê de. Cara yekem bû wî dîroka memleket û mîrnişîniyên Kurdan nivîsand. Li vir, em karin bêjin ku wî, ne mîna Ehmedê Xanî, doza hişiyariya nteweyî yekser diyar dikir, lê hemû nivîsandina wî li ser Kurdan û mîrên wan bû, tevlû ku bi zimanê Farisî bû, dendikên tovê neteweyî bûn. Weke nimûne, Şeref xanê Bedlîsî gelek caran gotina( qewmê Kurd, Ekrad, Kurdistan, mîrekên Kurd, Mîrnişînî), bikartanî di pirtûka wî ya giring ( Şerefname). Ango, dîroka cografiya Kurdistanê hemû nivîsandibû ku ew mîrnişînî parçebûyî bûn dinavbera Osmaî-Sefewiyan de bû. Wî bingeha tovê nasname netewa Kurd da nasîn bi nivîsandina Şerefname, û peyva “millet” bikartanî, ango Kurd li hemû parçan yek miletin. Jibilî wê û ya herî giring, wî têrma “ Kurdistan” anî ziman di pirtûka xwe de û behsa hemû mîrek û mîrnişîn û cografiya-siyasî ya welatê Kurdan kiribû, û ev bixwe ji beriya dora 400 salî ve bû ku em karin bêjin hişiyariyeke netewî bû li gor wê serdemê. Û giringiya ( Şerefname), tê wateya ku jêdereke sereke ye ji bo dîroka Kurdan ji wê dema dûr ve ku hemû lêkolîner, yên kurd û biyanî ji xwe re dikin jêdereke bingehîn û sereke da ku dîroka Kurdan nasbikin û şirove jî bikin di warê akademî de. Gelekî giring e ku di çarçeweya wê demê de, Şeref Xanê Bedlîsî bîrbiribû ku dîroka Kurdan binivîse, hemû jiyan û tiştên ku qewimîbûn li serê wan tomar bike. Ango, tê wateya nivîsandin û erşîvkirina dîroka Kurdî û parastina wê, ev bi xwe hişiyariyeke netewî ye û cihê şanaziyê ye ji bo gelê Kurd û dibe karekî gelekî pîroz ya mîrê Kurd Şeref Xanê Bedlîsî ve, ku di pey wî re dora sed salî, Ehmedê Xanî bi şêweyeke zelal û hişkere hişiyariya neteweyî ya Kurdan diyar kir û da nasîn. Lê pirsa herî giring ew e, gelo çima ji beriya dora 400 salî ve hişiyariya netewî ya Kurdan hebû lê nikarîbûn dewleta xwe ya netewî serbixwe avabinin? Ev jî mijareke din e ku pêwîste lêkolîn li ser werin kirin bi şêweyeke akademî ji aliyê zanistên Kurd ve.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bi rêz û hurmet bo gelê me yê hêja,

û bo hemû endamên civaka me li welat û li derveyî welat,

Ji ber berpirsiyariya civakî û bi armanca parastina nirxên mirovî û adetên kevneşopî yên ku civaka me li ser wan ava bûye, malbatên gundên…

Alan Hemo

Vê carê jî nebû

gelek caran li bende bû

Mûmek li tarîtiya korekî vêketî

boş, her boş

Tayê dû li teşiya demê dirêse

Nêçîra bêberik û daf

sebr û sawêr di bêrîka qul de

Talankirî li wê bazarê

Bermahiyên hestan pişk e

<p...

Emel Hasen

Piştî ku ez mirim,
Qed li min negerin.
Li ser min ne lorînin û nekin gerî.
Li dera ku ez lê mirim,
Min lê veşêrin.

Eger hûn dikarin,
Ala rengîn li ber kêla min hilden،
Xemîl û rêgên buharê, û germahiya tavê
Ji tîrêjên adarê
Berz û bilind raxin li ser senga min،

Da ez dibim…

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…