DI NAVBERA MÎRATA DÎKTATORIYÊ Û DERFETÊN AVAKIRINA PÊŞEROJÊ DE

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Pêncî û çar salan di bin desthilatdariya malbata Esed de, gelê Sûriyeyê rastî cureyên herî hovane yên sitem û binpêkirina mafên mirovan hat. Hêzên ewlehiyê destê xwe li ser welêt teng kir, rejîma malxur ku rûmeta mirovan û mafên bingehîn paşguh kir. Di van salan de, sûcên berfireh li dijî hemî Sûriyan hatin kirin, biyî cudakariya li ser bingeha netewe, ol an herêmî.

Siyasta rejîmê ne tenê zordariya siyasî bû, lê pilaneke rêbazî bû ji bo qelskirina Sûriyeyê wekî dewlet û gel.  Bi rêya zext, gendelî û tedbîrên ewlehiyê yên tund, welat ket nav rêza welatên herî xizan û lawaz. Ev hilweşîn di rastiya aborî û civakî de xuya bû,xizanî her çû zêde bû, xizmet kêm bû, û diyardeya  madeyên hişber di nav hemî beşên civakê de bi şêwazekî pilankirî belav bû, hemî di nebûna her nêrînek çakkirin an hestek berpirsiyariya neteweyî de.

Di heman demê de, rejîmê serî li dirûşmeyên neteweperest ên derewîn da, rastiya gelekî ku ji mafên xwe yên neteweyî û olî bêpar maye veşart. Piştre wî siyasetek xapandinê bi kar anî û di navbera pêkhateyên cûda yên civaka Sûriyeyê – Ereb, Kurd û yên din de nakokî gur kir, ji bo dirêjkirina desthilatdariya xwe prensîba “parve bike û hikum bike” pejirand.  Wî dabeşbûn kûrtir kir, guman di nav pêkhateyên de afirand û tevna çandî û neteweyî ya di navbera van pêkhateyan de hilweşand da ku desthilatdariya xwe biparêze.

Îro, piştî rûxandina rejîmê û eşkerekirina rêbazên wê, ji bo hemî Sûriyan bûye ferz ku ji vê dîroka tal fêrbibin. Trajediya ku Sûriyeyê şêsit salî kişandiye divê neyê dubarekirin. Ev yek pêwîstî bi derbaskirina cudahiyên ku ji hêla rejîma Baas ve mîras maye û xebata ji bo avakirina civatek li ser bingeha lihevhatin, aheng û rêzgirtina ji bo cihêrengiya neteweyî û olî heye.

Li vir berpirsiyariya hikûmeta veguhêz, bi serokatiya Serok Ehmed El-Şaraa, heye, ku barê hilweşandina kiryarên kirêt  û pevçûnê yên ku ji hêla rejîma berê ve hatine çandin hildigire. Ev tenê bi avakirina bingehên destûrî yên zelal dikare were bidestxistin ku mafên rewa yên hemî pêkhateyên gelê Sûriyeyê, di serî de gelê Kurd, ku hejmara wan ji sê mîlyonî derbas dibe û yên ku bi dehsalan hatibûn paşguhkirin û êş kişandine, garantî dike.

Hemû Sûriyeyî bi gîştî taliya zordariyê tam kirine û şêst sal in ewlehî û jiyaneke bi rûmet bi dest nexistine. Ji ber vê yekê, berpirsiyariya ji nû ve avakirina Sûriyeyê ne tenê ya hikûmetê ye, lê belê erkeke neteweyî ya berfireh e ku ji hêla civak, hêzên siyasî û civaka sivîl ve tê parvekirin.

Vekirina rûpeleke nû di dîroka Sûriyeyê de tekane rêya derketina ji vê beşa tarî ye, û ev tenê bi rêzgirtina mafên mirovan, bidestxistina dadmendiyê û dayîna mafên hemû Sûriyeyiyan li gorî yasayên navneteweyî û Peymana Neteweyên Yekbûyî dikare were bidestxistin. Tenê dewletek ku li ser wekhevî û dadmendiyê hatiye avakirin dikare gelê xwe biparêze û rê li ber dubarebûna trajediyê bigire.

19 / 11 / 2025 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…