Amedspor

İSKAN TOLUN / Köln.

Îro, di gelek nûçeyade Amedspor derbas dibû. Lê mixabin, dîsa bi astengîya hatibû rojevê. Belê, ew Amedspor a ku, di dilê medeye û bûye sembol…

Vê neqlê, ji ber ku, tenê du peyvên (Koma me, bona we) bi zimanê dayîkê li ser perçek caw, an jî formên xwe nivîsîne, astengî dîtin. Gelo, ev çîye?

Ez şîrove û wisa pir dûvedirêj jî  nakim. Ji ber ku, min ew nûçe tev xwandin û dît ku, gelek kesên hêja, li dijî wan astengîya, bersivên pir baş dane. Divirde, girîngî û pêwîstîya “Zimanê Dayîkê,” derdikeve pêş, wek nan û av. Bêguman, ji zarokan re perwerda bi zimanê dayîke li xwendegeha girînge, pêwiste…

Û ez bawerim ku ev perwerde ji mezin re jî, girînge. Lê mezin, dikarin li mal jî bi zimanê dayîke, xwe bi xwe perwerde bikin. Ji ber ku, herkes dikare bi hindikayî, mehê pirtûke kê bi Kurdî bixwîne.

Niha jî, peyvên birêz Yaşar Kemal û şairê nemir Cegerxwîn hatin bîra min.

Cegerxwîn, di pirtûkke ke xwede digot:

“Tu kurmacîya xwe ji bîra nekî,
eger baş nizanî, divê zêdekî!..”

Ev peyva wî ye hêja, bû slogana romana mine nû; ya bi navê Para Şêr, ku min ji bona Zaroka / Ciwana hazir kirîye.

Ez hêvîdarim ku êdî herkes hewl bide xwe, bi zimanê dayîke bixwîne, biaxive û binivisîne…

Ji ber ku hate ziman; niha jî ez dixwazim qetek ji vê romanê, ku wê di nêzde derkeve, parve bikim:

Êzingvanê me yî extîyar, her çi qa serkeftîbe jî; karê wî pir zore, zehmete; barê wî girane. Lê, ê ker’ê wî? Di destpêkêde em bêjin: Waaax, kero rebeno!..

Ew ker’ê bê zar û bê ziman.

Xwarina wî ka, ce û piçek dan.

Tenê hêvîya wî xudan.

Ji kar û bara ne direvîya.

Ku şixulê kes î tunebûna.

Tazî li mêrgê diçêrîya.

Çi lê dikin nabêje na.

Giran be jî di meşîya.

Ji pal, zinar û newala.

Bi serkeftî dibe mal a.

Lê qet ne didît bêbextîya qaçaxçîya.

Wî dajotin ser mayîna.

Û li dû, bi tirs dimeşîyan.

Niha jî em li çîroka êzingvan û her du zarokên wî yî piçûçik mêze bikin; ev extîyar bi çi hunerî wisa serkeftîye?

Ez vê nivîsê (Nivîsa Min, Bona We) dîyarî “Amedspor” dikim û hertim serkeftinê ji wan re dixwazim!.. Her bijîn!.. Silav û rêz!..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…