Eslîka Qadir 1945

Narîn Omer

Eslîka Qadir jineke xurt û hêzdar e. Tevlî hestên wê yên nazik û dilê wê yê miştî vîn û aramî, lê karîbû bi xurtî li hember astengiyên jiyanê raweste, pirsgirêkên narvînê bê çare bike û serşûn bihêle.

 Jiyana Eslîka Qadir

 Di demekê de ku ew di germbûna xortaniyê de bû û kulîlkên evînê bi bayê hênik re baxê dilê wê dixemiland, mirina bêrêdan dest avête giyanê hevjînê wê û revand. Esîlka ma dîla xem û derdan û hêlîna du zarokên baskşikestî, lê hunermenda hêja bi hêzê, bi hestên dayîkê û bi dilovaniya bav karîbû xebata xwe di hemî waran de bidomîne û bi xurtî li ber xwe bide.

Hêjayî gotinê ye ku navê hevjînê wê Canikê Teymûr bû, ew fîlozof û kesayeteke navdar bû, li sala 1982an çû ser dilovaniya Xweda, wî jî mîna hevjîna xwe di kaniya xebat û zanistê de avjenî dikir, lê mixabin, dema ku mirin biryara xwe dide li temen temaşe nake.

Piştî hilweşandina Yekîtiya Sovyetê Eslîka Qadir bi zarokên xwe ve berê xwe dide Ewropayê û di 1995an de li Almanya bi cih dibe. Li wir zarokên wê xwendina xwe didomînin û bawernameyên zanistî werdigirin.

 Jiyana Hunerî

 Tevlî jiyana zordar û gelek astengiyan, ew biryar dide ku jiyana xwe ya hunerî ranewestîne û bi xurtî hest û ramanên xwe bigihîne gelê xwe. Li kêleka hunermend û dengbêjên Kurd doza gel û miletê xwe bi awayê rast û durust nîşan dida.

Ji bilî hunerê, Eslîka rewşenbîr û çalakvaneke zîrek û jêhatî ye, bawernameya bilind ji Zanîngeha Ermenistanê wergirtiye û di heman zanîngehê de bûye mamosteya zimanên ermenî û farisî. Bêtirî bîst û pênc salan xebat di hundirê zanîngehê de domandiye. Ji ber xebat û çalakiyên wê yên konevanî, di serdema Yekîtiya Sovyetê de dibe endama Parlemana Ermenistanê.

 Hunermenda me sala 1945an ji dayîk bûye, malbata wê ya welatparêz jê re bûye alîkar û rêber ku xwendina xwe bi zîrekî biqedîne, ne tenê wisa, lê di demekê de ku Yekîtiya Sovyetê ji hêla hunerî ve di gurbûna xwe de bû, malbata wê destek dayê ku di warê hunerê de xwe pêş bixe û di babetên konevanî de jî jê re bûye palpişt.

Eslîka jî wekî hunermendên wê demê derbasî Radyoya Êrîvanê – Beşê Kurdî dibe û çend stranên xwe li gel hejmarek ji stranên gelêrî tomar dike. Hunermenda hêja û zana tekez dike ku ew yekem hunermend e li salên 1964 – 1965 strana “Welatê Me Kurdistan e” gotiye û tomar kiriye. Di pê sirûda “Ey Reqîb” re strana “Welatê Me Kurdistan e” bûye sirûda duyem ya neteweya Kurd û ta roja îro jî ev stran likar e, herwiha ev stran bûye nasnameya hunerî ya hunermenda me. 

 Baxê hunera Eslîka bi stranên netewî, niştimanî, evînî û gelêrî xemilandî ye, ta niha jî ji kaniya folklor û çanda kurdî vedixwe û bi dengê xwe yê zîz û xurt damar û hestan av dide.

Eslîka dixwaze bi dengê xwe û di qada hunerê de ji bilî nasandina doza gelê xwe, doza jinê jî diyar bike û binpêkirinên civakî yên di dermafê wê de bi zelalî aşkere bike, ji ber ku wê jî gelek zor û astengî di jiyana xwe de kêşane, lewre dixwaze jiyaneke aram û miştevîn ji bo her jinekê peyda bibe.

Tevlî xebatên Eslîka yên hunerî, çandî û konevanî, ew jî wekî hemî hunermendên Kurd ji hêla ragihandin û medyayê ve mafê wê hatiye xwarin û bi qasî ku tê xwestin guhdan pê nebûye. Dema ku em di vê babetê de axivîn, Eslîka Qadir wiha got:

“Belê ev gotin rast in, lê di pêvajoyên jiyana min ya hunerî de, ya herî girîng li ba min ew e hezkirin û guhdana miletê min ji min re, ji ber ez ji wan re û ji bo wan distirêm û dixebitim.”

 Em temenekî dirêj ji hunermenda xwe re dixwazin. Herwiha serkeftin û pêşveçûnê di hemî aliyên jiyanê de jê re hêvî dikin. Helbet ewê her û her di rêza hunermendên navdar û nemir de bimîne.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…