Kurd nebin dewlet, wê qir bibin.

Qado Şêrîn 

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û dilsozên pirsa kurd û Kurdistanê kêm bibin, belkû nemînin. Lê gelek egerên din jî hene.

Di vê serdema me de, serdema gilobalîzim, ChatGPT, Jîretiya Destkar û teknolojiya pêşketî ciwanên kurd wek ku guh didin Medya Civakî, nema wek berê guh didin pirsa neteweyî. Egerek din a sereke heye, ku kurd ji aniha û 20-30 salên bên nebin dewlet wê lawaztir bibin, ew jî şerê Pkk û Daiş e. Şerê Daiş li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bû egera kuştin, penaberî û koçkirina bi hezarên malbatên kurd, her wiha şerê pkk jî bû egera valabûna bi sedan gundên kurdan li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê, û bi sed hezaran, belkû bi melyonan kurd koçber bûn, dev ji gund û bajarên xwe berdan û çûn li Istanbol û Izmîr bi cih bûn. Her wiha li Rojavayê Kurdistanê jî, ji ber şer û deshilata pkk û girtin, kuştin, wek komkujiya Amûdê, malbata Bedro, malbata Henan û revandina zarokan û leşkeriya neçar di ber siloganên vala de, kurd bi deh hezaran, belkû bi sed hezaran koçberî Europa û Turkiye û Liban û cihin din bûn. Li Başûrê Kurdistanê jî rewş ne aram e, li gel ku ji 2003an ve federalî heye û kurd deshilat in, Lê: du îdare hene, Hewlêr û Silêmanî, rawestandina hikûmetê, rawestandina parleman û sazî û dezgehên herêmê. Kurd ji herêma azad koçber dibin, gelek ji wan koçberî Europa dibin û hin ji wan di riyan de tên kuştin, mixabin.

Berî demekê dostekî ji min pirsî, çima Başûrê Kurdistanê nabe dewlet? Li gel ku ji zû ve Federalî ye û dam û dezgeh, hikûmet, serok û perleman hene?

Bersiva min wiha bû: ji ber Başûrê Kurdistanê sazî û dezgehên neteweyî û niştimanî ava nekirine, hişmendiya dewletbûnê ava nekiriye. Dam û dezgehên hene, yên partiyan e, belkû wek ên partiyan kar dikin. Partî mezin, bi hêz û bi pere û deshilat dibin bêtir ji deshilata herêmê. Deshilata partiyan ji ya herêmê wek niştiman xurtir e. Wate: herêm li gor şert û mercên partiyan birêve diçe, ne li gor zagon, destûr û qanûna dewletan.

Sazî û dezgeh, serok, serokwezîr, parleman û parêzgeh bi giyanê partayetî, ji bo berjewendiyên partayetî û bi hişmendiya partayetî kar dikin. Nimûne gelek in: du Idare, Pêşmerge, rawestandina parleman, çênebûna hikûmetê piştî hilbijartinan, deshilat û bandora partiyan, têkiliyên Hewlêr bi Turkiye û Bexdadê re, ne wek ê Silêmaniyê ne, û gelek tiştên din.

Berjewendiyên partiyan, di ser ê neteweyî û niştimanî re ne.

Eger hat û, Xwedê neke, tiştek hat serê Kurdistanê, wê ji dû nakokî û berjewendiyên partiyan be, wek şerê di navbera Lahûr Şêx Cengî û Bafil Talebanî de, li Silêmanî di 22 tebaxê 2025an de, sed mixabin.

Ji ber wê, aniha kurd nebin dewlet, wê bijîn ta ebed bê keramet.

Ezê nerîna xwe bi sê nimûneyan piştrast bikim. Daiş, pkk û qeyrana Sûrî. Eger ne bi melyonan be, tekez bi sedhezaran kurdan ziyan ji şerê Daiş û pkk û qeyrana Sûrî dîtin, hatin kuştin, penaber bûn, gund û herêm vala bûn. Şengal ji ber Daiş, û 400 gundên Başûrê Kurdistanê û 4000 gundên Bakurê Kurdistanê ji ber şerê Pkk ji kurdan vala bûn. Qeyrana Sûrî jî gelek ziyan da hebûna gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê. Wek nimûne bi dehhezaran kurd penaber bûn, belkû bi sedhezaran, Efrîn û Serê Kanyê hatin dagîr kirin û hema hema ji kurdan vala bûn.

Ji ber van egeran û egerin din dibêjim: eger kurd nêzîk nebin dewlet, wê wek gel yekrêz û hevgirtî li ser xaka xwe nemîne. Nemaze ku rêxistin û şer in din wek ê Daiş û Pkk derkev in. Bi texmîna min wê dijminên kurdan gelek şerên din yên wisa derxînin, ji bo kurd aram nejîn û tarûmartir bibin.

Pkk hilweşandin, qaşo. Bi texmîna min pkk li ku hilweşe li Rojavayê Kurdistanê nahilweşe. Yê pkk damezirand û hilweşand, pilaneke din ji kurdan re amade kiriye, wê ji pkk dijwartir be.

Çawa kurd dikarin xwe biparêzin, li hemberî van şer û êrîşan, sazî û rêxistinên neteweyî li dûrî berjewendiyên partiyan ava û damezirînin. Pêwist e sîwaneke neteweyî kurdistanî ji partî û kurdên dilsoz, zana û rewşenbîrên herçar aliyên Kurdistanê bê damezirandin, mîna parlemanekî be, nûnertiya gelê kurd li her deverê bike. Ragihandina kurdî guh bide pirsa neteweyî û ji bin sîwana partiyan derkeve. Bi texmîna min, tenê rêzdar Mesûd Barzanî dikare vê gava pêwist û pîroz bavêje, ji ber gelek eger û karînan û rêzgirtina ji cenabê wî re. Ku neke li cihê pirsê ye. Cih jî dikare Herêma Azad be.

Kurd nebin dewlet, wê bijîn bê keramet.

www.qadoserin.com

12-09-2025. Hollenda.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…