Hunera Axaftinê/Rethorik

Tengezar Marînî

 

Retorîk hunera axaftin û derbirîna danebehewrkirinê ye, pêkhateyeke navendî ya lêkolînên ragihandinê û perwerdehiya siyasî ye. Di dîrokê de, retorîk li Yewnana kevn, bi bîrdozvanên giring ên wekî Arîstoteles, Platon û Sokrates derketiye holê, û di serdema Romayê de, ji hêla Cicero û Quintilian ve bêtir pêş ketiye. Di cîhana nûjen de, retorîk di siyaset, reklam, yasa û ragihandina rojane de, girîng dimîne.

  1. Bingehên Hunera Axaftinê

Ev huner li ser pênc qonaxên bingehîn hatiye avakirin:

Inventio (Dahênan): Pêvajoya çêkirina hizr û ramanan, ku tê de axaftevan/Axêver arguman, belge û pêbawerên xwe dide kom dike, da ku texmîna xwe piştrast bike. Ev di heman demê de lêkolîna rastiyên têkildar û têgihîştina temaşevanan jî vedihewîne.

Dispositio (Rêxistin): avakirina axaftinê. Ev dabeşkirina nav pêşgotin, laşê sereke (Metin) û encamnameyê, û her weha rêzkirina nêrînên pêbawer bi şêweyekî logîk, mentiqî (mînak, bi kronolojîk, li gorî giringiyê) vedihewîne.

Elocutio (derbirîn): Ev qonax bi derbirîna şêwazane/durv ya axaftinê re mijûl dibe. Li vir, axêver amûrên şêwazane yên guncaw, durvên axaftinê û şêweyên retorîkî (mînak, metafor, alîterasyon(سجع) hildibijêre, da ku peyama xwe bi awayekî zindî û bîrhatinane bi temtêl bike.

Memoria (bîranîn): Di retorîkê de şiyana jiberkirina axaftinê an jî baş pêşkêşkirina wê girîng e, da ku bi bawerî û bawerbar xuya bike.

Actio (radestkirin): Pêşkêşkirina fîzîkî ya axaftinê, ku tê de ragihandina nedevkî wekî jest, îmai û nîşanên rû û kontrola dengî heye. Pêşkêşkirinek serketî dikare bandora axaftinê xurt bike.

  1. Amûrên hunera axaftinê

Amûrên retorîkî teknîk in ku axêver dikare bikar bîne, da ku bandora axaftina xwe zêde bike:

Anaphora: Dubarekirina peyvan an komên peyvan di destpêka bendên an hevokan de, ji bo tekezkirinê.

Paralelîzm: Heman avahiya hevokê di hevokên li pey hev de, rîtm û bîranînê pêş dixe.

Hîperbol: Zêdekirin ji bo tekezkirina xalekê, vejandina hestan.

Antîtez: Li hevberdana dijberan ji bo afirandina berevajî û zêdekirina baldariyê.

Pirsên retorîkî: Pirsên ku ne li benda bersivekê ne, lê ramanê pêxweş diki.

  1. Stratejiyên razîkirinê

Retorîk her wiha stratejiyên razîkirinê yên cûrbecûr bikar tîne, bi giranî ravekirinên Arîstoteles ên li ser sinc û rewişt, dilşewatî û metîqs dihesibîne:

Etîk: Bawerî û Desthilata axaftvan. Axaftvanek razîker wekî jêhatî û pêbawer tê dîtin.

Daxwaziya bi dilşewatî: Bangewaziya hestyarî ji bo temaşevanan. Bi rêya çîrokan, analojiyan/ wekhevkeran, an nûnertiya dramatîk, hest têne şiyarkirin, ku bandorkirina axaftinên bi belge zêde dike.

Logos/Metîq: pêdanebawerkirina bi mantiqî. Bikaranîna sedem û belgeyên zelal, têgihîştî û bi bandor ji bo razîkirina bi awayekî cihgirtî a temaşevanan giring e.

  1. Qadên Bikaranîna Retorîkê

Hunerê axaftinê di gelek çarçoveyan de tê bikaranîn:

Siyaset: Siyasetmedar retorîkê bikar tînin, da ku dengdêran razî bikin, ramanan ava bikin û gotûbêjên civakî birêve bibin.

Karsazî: Di pêşkêşkirin, danûstandinan, an stratejiyên kirrûbirrê de, ragihandina razîker ji bo serkeftina karsaziyê giring e.

Qanûn/Yasa û maf: Parêzer divê jêhatîyên retorîkî fêr bibin, da ku argumanan li dadgehê pêşkêş bikin û bandorê li biryarê bikin.

Perwerde: Mamoste retorîkê bikar tînin, da ku waneyan balkêş bikin û bala xwendekaran bikişînin bi xwe ve

Li dawiyê,

hunerê axaftinê, an retorîk, qadeke balkêş e, ku aliyên zimannasî û psîkolojîk ên ragihandinê bi hev re tîne. Ew ne tenê zanîna teknîkî ya amûr û avahiyên retorîkî, lê di heman demê de bal bi ber xwe ve kişandin û şiyana ewê bi temaşevanan re jî pêdivî ye. Bi serweriya retorîkê, mirov dikarin raman û baweriyên xwe bi bandortir vebêjin û têkiliyên kûrtir bi yên din re ava bikin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bavê Zozanê

Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .

Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal…

EBDILBAQȊ ELȊ

1-Çarçoveya Erdnîgarî, Stratejîk û Dîrokî

Qamişlo li bakurê rojhilatê Komara Sûriyeya ye, li xaça 37.30 pileyan a bakur û 41.13 pileyan a rojhilat, li bilindahiya nêzîkî 450 metreyan ji asta deryayê. Sînorê wê yê bakur bi Çiyayên Torosê ve tê girêdan, tenê yek kîlometre dûrî sînorê Tirkiyeyê ye û…

Rebhan Rezedan (Rabhan Ramadan)

Pêşgotin

Gava ku Hafiz el-Esed di sala 2000î de çû ser dilovaniya xwe, Sûriyeyiyan bêhnfirehiyek kişandin û bawer kirin ku ew serdem û Heyama zordariyê bûye beşek ji boriyê ku êdî venagere. Lê belê, yê ku li şûna wî hat bêtir hov û bi kerta xirabtir bû, bi alîkariya…

Xizan Șîlan

ey kemana dilê melûl

bi awaza têlên te yên zîz

çiya û zozan bi gulên serkeftinê

dixemilin

miriyên goristanan

di xewa aramiyê de

vedihesin

pêlên çeman

bi xumexum zelal diherikin

heyv di şadiya xwe de

dibiriqe

îskeîska giriyê zarokên…