Ziman ȗ jiyan ….. zimanȇ kurdȋ wek nimȗne

EBDILBAQȊ ELȊ 

ger em jiyaneke bê ziman bînin ber çavên xwe, gelo ku ziman neba wȇ jiyan ҫawa birȇve biҫiwa?, wȇ ҫawa șaristanȋ hatiba avakirin?, şaristaniya ku  îro cîhan têde dijî wê bi ҫi awayȋ ba, li kîjan astê ba ȗ di kîjan astê de ba?, ez bawerim wê ti şaristanî ne hatibana avakirin, yan jȋ wȇ di qonaxa xwe ya despȇkȋ de ba, mȋna ku destpȇka afirandina jiyanȇ be, ȗ ji vir mirov rola ziman ya sereke di pêvajoya pêşxistnê de nas dike, her wekȗ  ew yek ji tiyoriyên netwa, ȗ bingeheke sitûr e ji hebûna miletan re ye.

Ziman ku sembol ȗ nȋșanȇn di navbera mirovan de jibo lihevtȇgihiștinȇ ye, alavek ji danȗsitandinȇ re ye, ku kevin ȗ ayinde bi hev ve girȇ dide, dengȇ ku ji devȇ mirov derdikeve,  ȗ tȇ bilȇv kirin jibo derbirȋna xwestek ȗ daxwazȇ xwe, ȗ veguhestina raman ȗ nerȋnan e,  ew bi mirov re hatiye afirandin, pȇre dijȋ, șȋn dibe, ȗ bi hev re pȇșdikevin, li hev bi bandorin, di pênasekirina nasnameya kesane û çandî de, û di yekirina civakan de ziman roleke girîng dilîze, vȇce mirov dikare bi bȇje ziman mirovatȋ, şaristanî, ȗ welat e, ango bi kurtȋ Ziman Jiyan ȗ Hebȗne.

 Ziman ne tenȇ diyardeyeke tevlî hebûna mirovan dibe lê ew bixwe egereke û koka hebûnêye, ew e ku dihêle mirov derbirȋna xwe bike, ramanȇn xwe yȇn afirȋner derbirȋne û hestên xwe bi yên din re veguhȇze, û rȇ dide têgihîştinek mirov ya kûrtir ji cîhana der dora xwe re, ew xezîneyeke rastîn e ku ji mirovan re tiştên ku ew dixwazin pȇk tȋne û wan ber bi xule ȗ asta herî bilind ve bi jor dixe ȗ dikișȋne, ku di karin şaristaniyan ava bikin û civakên dirûv saz bikin, ango bingeha raman, derbirȋn, hebȗna civakȋ li ser ziman ava dibe, ew rastiya ku mirov heyînek civakî ye û nikare bȇyȋ yên din bijî nȋșan dike, û derfetê dide mirov ku ew peywendiyên civakî ava bikin û bi kesên din re têkiliyê deynin, ku hemî jî beşek ji hebûna mirovane, hebûna mirovatiyê di nava ziman de beşdar û amade ye, bê ziman ti kes nikare nasnama xwe weke nifiș ȗ regez yan jȋ weke kes bi de naskirin, ji ber ku her kesek ziman bi hebûna wî ya kesayetî ve hatiya girêdan, bê ziman mirov bê kok û sextete ye, pûç, û winda ye, ziman dayike, vȇce weke ku dayîka kesî nabe dayîka mirov zimanê kesî jî nabe zimanê mirov.

 Ziman ne tenȇ potek ya ҫanda neteweyî ye, ȗ ne tenê amȗrek, yan alavek ji bo peywendî, ragihandin û danûsitandinê ye jȋ, na, belȇ girêdana her gelekî bi zimanê wî ve kȇșeya hebûn û nebûnê ye. eger ziman winda bibe, xwediyȇ zimȇn jȋ pȇre winda dibe, ҫi mirovek be yan jî komeke mirovan bin, û sîmayên wan yên mîjûyî pêre têne guhertin, hebûna neteweyȇ bi hebûna zimanê wȇ ve girêdayî ye. ȗ neteweyȇn ku zimanȇn wan tȇkҫȗne, ȇdȋ ji hebȗnȇ rabȗne ȗ ҫȗne. ȗ mayȋn ȗ hebȗna neteweya ku dev ji zimanȇ xwe berdide namȋne, ȗ miletȇ ku hebȗna wȋ ne ser bingiha zimanê wȋ avabe, ew milet nikare bi salan bi miletên dîtir re bijȋ, ji ber dibe di nava çanda wan de piştî demeke kurt were bijaftin ȗ hȇfișandin. ji lewma pêwîste girêdana her gelekî bi zimanê wî ve erkekî netewî be berî her tiştî.

Em kurd jȋ xwidî zimanin, zimanê kurdî zimanekî saxe, zindiye ,serbixweye, dewlemende, weke dareke ku ҫendȋn ҫiqil ȗ șax jȇ derdikevin, zimanȇ kurdȋ jȋ maka ҫendȋn zaravan e  soranî, kurmancî, behdînî, hewramî, zazakî……. ,bȗ ye sitûneke bingihȋn di netewiya kurd de, vî zimanî helbest, metelok, çîrok û çîvanok, rist ȗ sitran, û dastanên kurdan parastine ,ji hezarê salave nifşekȋ sipartiye yȇ dȋ heta roja îro giha ye ber destê me, lȇ tevȋ vȇ yekȇ jȋ zimanȇ kurdȋ ne tenȇ potek ya ҫanda me ya neteweyî ye, belȇ ew rastiya nasnameya me, hevrȇz ȗ şêwaza jiyana me, ȗ hembȇzkara mîrata me ye, ew bîr û dîroka netewiya me ye.

Zimanȇ me reh ȗ damarȇ jiyana me ye, ji me re weke av ȗ oksȋcȋnȇ ye, ji lewra erkê me ye ku em zimanê xwe ji guvaș, fișar, ȗ mercên zehmet yȇn ku tȇre derbas dibe, bi parȇzin, ȗ ji erȋșe ȗ yasayȇn awarte yên ku li ser têne ҫesipandin û ziyaneke mezin lȇ dikin, rizgar bikin,  ji bo rola xwe ya rast ȗ dirist bilîze, û di çerxeke xweza de bigere, pȇwȋste em guh bidin zimanê xwe yê dayik, lȇ xwedȋ derkevin, ȗ her ҫend em pȇre berê xwe bidin fêrbûna zimanin din jȋ ku hişê me pêş dixin, giyanê me paqij dikin, me perwerde dikin, me bȋrewer dikin, û rê yȇn nȗ, ȗ asoyin berfereh, bê dawî ji me re vedikin, lȇ ne axaftin  û ne nivîsandin bi zimanê dayik  diyardeyeke ne resene di jiyana mirovan de, û dijminatiyeke veşartî ye ji hebûna xwere weke mirovekî xwedî kesayetiyeke bi nasnama çûda ȗ serbixwe, pașguhkirina zimanê xwe yȇ dayik ku em di jiyana xwe de pȇ di axivin, ȗ pȇ tȇkilȋ ȗ peywendiyan di pîşeyên xwe de bikar tînin  diyadeyeke ҫewt ȗ ne normale.

Hebûna rastteqîn ȗ resen ewe ku mirovên kurd bi rȇya rewș ȗ sȋmayȇn xweyȋ kurdewarȋ ku di serȋ de zimane were naskirin, vȇce aye her kurdek di kare hestȇ xwe bi zimanê xwe bi șȇweyekȋ zelal ȗ bi bandor ji derdora xwe re bȇne der û di naveroka axaftina xwe de bedewîyekê bide nasnama xweyî netewî?.

her çi qasî em nivȋskarin çalak û jêhatî bin jȋ, lȇ eger ne bi zimanê me be tȇrȇ nake, gotin  bê deng, bȇ reng, ȗ bȇ wate dibe, mȋna  ku ҫawa av bȇ tam û bihine, ji ber ku nasname ya mirov têde naye xuyakirin û biyanî ye, zimanê xelkê zimanê xelkêye, ȗ ҫawa dayika xelkȇ nabe dayika mirov wilo jȋ zimanȇ xelkȇ nabe zimanȇ mirov. ȗ ҫiqas dayik şêrîne wilo zimanê dayik jî şêrîne, ji șerbet ȗ hingiv jȋ xweștir ȗ şêrîntir re, mirov di zimanê xwe yȇ dayik de serbeste û peyva wȋ resene.

tevȋ ku em kurd xwedî mêjû û hebûneke kevnarin lȇ heta roja îro em bê sitatoyek yan dezgeh ȗ saziyeke serbixwe ya ber çavin, ji ber ku pirê rewşenbîr û bijartîyên kurdan li ser sitȗnȇn zimanê serdest û biyanî ava dibin, ȗ bi her cûre û rêbazên dervî mirovatyê zimanê kurdî qedex û nizim dikin, ȗ Ji hêleke dîtir kurd bi xwe bi xemsarî nêzîkî pirsa zimanê xwe dibin, û hinek jî tenê ziman weke amûreyekî dibînin, giringiya parastina ziman di mejiyȇ me de ne hatiye tomar kirin, belȇ tenê di asteke pir biçûk de, di nav hin rewşenbîran  de ku qîrên wan nagihin her qadan hatiye damezirandin, ev yek tenê ziman ji tehlûkeyên winda bûnê, tunebȗn ȗ tȇkҫȗnȇ rizgar nake, ji ber ku bi tevayî pirsa ziman bi çanda bîrȇ netewî ve girêdayî ye, bilind nirxandina ziman, û hezkirina wî zortirîn şoreşe ji bo mejyê gelȇ kurd, lȇ ȋro derfeteke zȇrȋn jibo me hatiye pȇș, hêjayî lêkolîn û lêpirsînên zanistî ye, divȇ em wȇ  ji dest xwe neberdin, wȇ qizinc bikin, sȗd jȇ wergirin, zû bi zȗ û bê derengî em xwe ji wan kêmasîyên di derbarê zimanê xwede rizgarbibin, ȗ nemaze rewşenbîr, nivîskar, helbestvan,û zimanzanȇn ku çavên milet li wa ye ji ber xwedî şiyan ȗ rolin, rastî û ne rastiyê ji hev cuda dikin, ew ҫav ȗ hestȇ miletin, cihȇ hȇvȋ ȗ omȋda gelȇ xwe ne, roleke mezin li ser milȇn wane, ku riya rast û dirist bidin xwiya kirin. Jibo ku xort û keçên me, biçûk û mezin li zimanȇ xwe xwedȋ derkevin, fêrî zimanê xwe bibin, berhemên me bi zimanê kurdî yê şêrîn bin, da ku mirov û xwendevanȇn kurd ji zimanê xwe dûr nekevin, û egera hebûna me di hest û ramanê me de herdem zindî bimȋne.   

Bi helkefta salvegera cejna zimanê kurdî û deranîna kovara Hawar banga me ewe ku her rewşenbîr, nivîskar û xwendevan, mîdya û ragihandinên kurdan ji halo bihtir, guhdaneke xwertir bi zimanê xwe bidin, heta ku nav û nişan, hebûn û nasnama me, raman û hestên me bimînin kurdewar û saxlem.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

 

Ez ê îro nivîskarekî elman, ku wek rewşbîrekî kartêker bû di dema xwe de, bi we bidim nasîn.

Li Swêdê xelat bi navê wî heye û du nivîskarên me ên hêja ew xelat wergirtin: 1. Shêrko Bêkes. 2. Selîm Berekat.

 

Kurt Tucholsky yek ji nivîskar, rojnamevan û peyamnêrên…

Tengezar Marînî

 

Hevoka “Hizirkirina azad di demên aloziyê de” behsa pêwîstiya bingehîn a tevgerîna hem afirîner û hem jî serbixwe di demên dijwar de dike. Nîşandana vê yekê bi pirsgirêkên taybetî yên ku kes û civak di demên nezelaliyê û guhertinê de pê re rû bi rû dimînin, bi taybetî giring e….

Konê Reş

Ji hezarê salan ve

bav û kalên me,

di nav çiya, gelî, deşt û daristanan de

jiyana xwe derbas kirine..

Çiyayê Toros, Zagros û Ararat

li dor wan, ber bi asman ve bilind bûn..

Hêza xwe ji ava çemê Dicle, Ferat,

Zab û…

Mislim Şêx Hesen

 

Di demeke siyasî ya hestiyar de ku herêm tê re derbas dibe , û ligel zêdebûna pirsgirêkên herêmî û navneteweyî , Şanda Hevbeş a Kurd li Rojava hate avakirin û ragihandin ,û ev li ser bingeha encamên Konferansa Kurd, da ku daxwazên gelê kurd ku bi dehsalan têkoşînkirin ji…