Şeva Newrozê

Ezîz Xemcivîn

Dûmanê li asmanê gund û bajaran ewr vedigirt….

Kî hate girtin, nasnameya kê ji wana hate wergirtin, em hêj nizanin çimkî li cihê ko me agir dadida çi alavên danûstandinê ji bil hestên Kurdewarî tiştek tune bû!

………………………………………………………………………………………………………………………

Sibeha Newrozê

Bi piranî, ez nabêjim hemû Kurd berî bîst û yekê adarê amadekariya çûna seyrana Newrozê dikirin….

Kon, çadir û sîwanên xwe amade dikirin, hin jî bê sîwan, lê her çend mal digel hev xwarin û vexwarin dabîn dikirin, şêranî, sewik û xwarinên Newrozê çê dikirin….

………………………………………………………………………………………………………………………

Newroz bê guman pîroz bû û pîroz e û dê her pîroz bimîne…. Divê milet ahenga xwe bike.

Kesên ko digel me derneketana seyrana Newrozê (ji bil nexweşan) yekser guman li ser wan çê dibûn, an newêrin, an jî bi rêjîmê ve girêdayî ne….

Newroz ne tenê cejn bû, lê tekoşîn bû, tu beraberiya rêjîmeka dîktator, hêzên ewlekariyê dikî, ne hêsan bû, komên folklorî bi mehan berî Newrozê amadekariya ahenga ewê roja pîroz dikirin..

Carina li jêr baraneka herî xurt û bi hêz aheng û seyranên Newrozê ne dirawestiyan….

Hin nijadperestan kevir davêjtin turumpêlên Newrozvanan, serê gelekan dihate şikandin, şer û pevçûn çê dibûn, polîsan kaxezên ajovanan ji wan distandin, dikên Newrozê hildiweşandin, çalakvan tengav dikirin, alên rengîn ji ser sîngên xort û qîzan radikirin, motorên kehrebê (Generator) bi kotekî dirawestandin û gelek caran dibirin….

Berî Newrozê bi çend rojan propagenda neyênî li ser têkçûna ahenga Newrozê belav dikirin, hin ji wan gotegotan: “Bombe li şûnên ko aheng li wan çê bibin hatine çandin, leşker dê ji parêzgehên din bên û ew dê Kurdan dorpêç bikin h.d” ….

Bajar bi bajar Kurd li jêr gefan bûn, lê vîna milet, hestên netewî û doza Kurd û Kurdistanê di ser hemû metirsiyan re bû….

Ez dîdevan im, li ser qehremaniya miletê xwe, dilsoziya jin û mêrên Kurd, dîdevan im û ji bo dîrokê dinivîsînim: Newroz ji bo me ne tenê cejn, lê belê nîşana liberxwedanî, yekîtî û hebûna me bû….

Ewê hingê di ewê tengaviyê de çiqasî çêja wê hebû, dîsa jî ew çêj e, dîsa jî ew simbol e, dîsa jî liberxwedanî ye, tekoşîn û bizav e….

Hêj em bindest in, bê dewlet in, bê taybetiya nûnerîtiyê li Neteweyên Yekbûyî ne, hêj li Encûmena Ewlehiya Navdewletî em bê hebûn in!

Agirê Newrozê em ji tihna dilê xwe dadidin û dê her dadin….

Bi hêviya serxwebûna Kurdistanê….

Bijî Newroz

Bijî Kurd û Kurdistan

21.03.2025

01.01.2725

Ezîz Xemcivîn

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…