ROJAVAYÊ KURDISTAN

Burhan Hesso

Wê kî xewna EXNATON Şirovke ?

Derî li raz ,nehînî û piş perdeyan

Veke ?

Wê bibe Yozersîv , Ûsiv peyxamber û ji Miletê kurd re

Ta bi derzîyê veke???

Û bêje: piştî avqas salên birçîbûnê

Wê xwedê li we mêzeke û kunê Ezmanan li weke !!!

Wê kî paşerojê bi ser pêşeroj veke û cudahiyan şiroveke  ?

Tûrê bersivan li ber pirsên, tirsê , matmayînê, birçîbûn  û bihetmayînê raxe û veke

Ma ev mafê Miletê kurd,  go her roj û her gav , geh bin av dikin

Geh ser av dikin

Geh bin ax dikin

Aaaaaaax Ax

Ma ev maf di derya de , Gemî û kelek e ???

 Ma bindestî , heta heta , xelk li pey xelek e ???

Bera MÎSSRA ji berya 7000 sal çavên xwe ji bin ax a Kurdistanê      veke

Û ji Miletê xwe re Şevberatê ,diyarîke û bi gerdana Azadîyê daliqînî û pêveke

Bera Ziryab rabe, raz û nihêniya belavkirina Mûzika xwe li Oropa bijene û eşkereke

Bera Şerexanê Bedlîsê dergehê  Şerefnameyê veke

Pirsê Genmê pisgirêkê jihev veke

Bera Ahmedê Xanî

Beko ê Ewan  ji Rojavayê Kurdistanê têkbibe şerpezeke

Memo bigîne Zînê

Padîşahekî ji me ji bo me

Nîşanke eşkereke

Bera Padîşah  SELAHEDÎNÊ EYÛBÎ

Li Şamê ji Gorê rabe û bêje :

Şam Şekir e , Kurdistan şêrîntire !!

Bera vê carê me ji destê ew ên go wî ew

azad kirin

Rizgar kirin

Bi welat kirin

Me ji destên wan veke

Destên xwe di ax a Kurdistan

Dake û tijeke

Û pê sûnd bixwe û Tobe ke

Ew kiryara go kir

Carek e dî

Neke

Neke

Neke !!.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…