ROJA ZIMÊN

Mislim Şêx Hesen

‏Kurd her sal di 15ê Gulanê de Roja Zimanê Kurdî wekî sembola çand, nasnameya neteweyî û niştimanî pîroz dikin. 

‏Her çend zimanê Kurdî ji aliyê rejîmên dagîrker ve rastî gelek astengî û hewldanên pişaftin û înkarkirina wî hatibe, yên ku hewl dane wî ji holê rakin û hemû rêyên li pêşiya wî bigirin, perwerdehiya wê li dibistanan qedexe kirine, û her wiha pirtûk, kovar û navlêkirina zarok û gundên Kurd bi zimanê Kurdî qedexe kirine , lê belê ev roj ne tenê roja ziman û çanda Kurdî ye, lê di heman demê de gelek wateyên wê yên çandî û mirovî û êşên gelê Kurd jî dihewîne.

‏Ev zimanê ku ew dixwazin ji holê rakin, yek ji kevintirîn zimanên Rojhilata Navîn e û ji aliyê bi mîlyonan mirovên li Kurdistanê ve tê axaftin.

‏Lê nijadperestên ku Kurdistan dagîrkirine, dixwazin li gorî berjewendiyên xwe çandeke yekalî biafirînin, çand û zimanê Kurdî paşguh kirin û mafên wan ên neteweyî yên rewa nepejirandin.

‏Lê di destpêka şoreşa Sûriyeyê de, guhertinên mezin li herêmên Kurdî çêbûn, û gelê Kurd ji vê derfetê sûd wergirt. Dibistan, saziyên perwerdehî û çandî vebûn, û bi hezaran xwendekar derçûn. Lê tevî vê hemû têkoşîna ji bo çand û ziman, rejîma Beşar Esed heta kêliya ku ew reviyabû, gelê Kurd û zimanê Kurdî qebûl nekir.

‏Pîrozkirin û bîranîna vê roja hêja rêyek e ji bo parastina dîrok, ziman û çanda gelê Kurd, û fektor e bo cespandina mafên gelê Kurd û zimanê wî.

‏Vêça bi boneya roja Zimên divê ew kesên ku ji bo ziman û çanda Kurdî têkoşîn kirine Celadet Bedirxan, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Mûsa Entar, Qanatî Kurdo …..HWD  dibe ji bîr nebin û navên wan bi tîpên zêrîn di dîrokê de werin nivîsandin ji ber ku wan rê li ber gelê Kurd vekirin û çanda neteweyî di dilê Kurdan de vejandin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…