EBDILBAQȊ ELȊ
Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar
Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û jîndar di bin, ȗ her ku mirov di jiyanȇ de be maf ȗ daxwazȇn wȋ jȋ pȇre di mȋnin.
piștȋ ruxana rȇjȋma berȇ gelȇ Sȗriya hȇviya rojin xweș dikir, lȇ mixabin ew tȗșȋ bêhêvîbûn, dilşikestinȇ bȗ.
Bȋranȋna șoreșa Sȗriya ya ku di avdara 2011 de pȇketibȗ di rewşin dijwar de tȇ, di demekê de ku mirov êşê dikişînin, Ji belengazî, hejarȋ, birҫȋbȗn, bȇkarȋ, neheqȋ, ȗ heta kuștin, girtin, binpêkirina mafȇ mirov.
Avdareke nû li deriyê demȇ dide, qadên ku dengên westihayȋ yên kur ȗ keҫȇn vî welatî yên ku li jiyanê digerin, bi jiyana xwe ne razî ne ȗ daxwaza jiyaneke nimȗneyȋ jȋ nakin, tenê ew daxwaza azadî, rûmet, mafȇn mirovan ȗ dewleteke ku tȇde dadgerȋ serwer be, yasa ȗ zagon serweriya wȇ bike dikin, Polîtîkên cuda yên tekrewî, yekdestȋ ȗ tepeserkirinȇ yên ku dest dirêjiyê li movikên jiyana rojane dikin red dikin kom kiribûn singa xwe careke dȋ jibo gelȇ sȗriya yȇ ku di lȇ gerȋna jiyanȇ de li dijȋ polȋtȋkȇn defakto serȋ hildidin, ȗ di nav tengezariya siyasiya navnetewȋ ya ku navin ew li erdnȋgariya xwe aram bijȋn ȗ ҫirȗska hȇviyȇ bibȋnin de vekirin, ȗ jibo Sûriyeyian bȗne penageh ȗ ҫeper.
Kurd ȗ xwepȇșandan
gelȇ kurd li Sȗriya wekȗ yek ji pȇkhateyȇn Sȗriya xwedȋ ezmȗneke dȗv dirȇje di derketina qad ȗ kolanan de, di xwepȇșandan, serhildan ȗ șoreșȇn aștiyane de heye, ji dehȇn salan ve karȋbȗn bȋr ȗ boҫȗnȇn xwe li dijȋ sitem ȗ zorȇ derbrin.
Xwepêşandana pêşî 21 avdara 1986 li şama paytext bȗ, dema ku rêjîma ESed ê bav newroz qedexe kir û rê li ber ahenga newrozê girt. cemawer berê xwe dane koçika serokatiyê û bi durișim ȗ siloganan daxwaza vejandina ahenga newrozê kirin. hȇzȇn Sercerdevanê Komarparêz (nobedarȇn komarȇ) bi guleyan li hember xwepêşandan rawestihan, bi dehan genc ȗ law birȋndar bȗn, ȗ xortek binavȇ SILȆMAN ADȆ şehîd ket, û hin jî hatine desteserkirin, lê rêjîm neçar bû bi fermî rê bide vejînkirina newrozê û li darxistina ahengan, û roja 21avdarê bû rojek betlaneya fermî bi navê roja dayikê.
Ji wȇ rojȇ ve kolan bȗn penageh ku kurd berȇ xwe didinȇ jibo derbirȋna helwest ȗ nerȋnȇn xwe li hember her bȗyer ȗ rȗdanȇ, lȇ di vȋ ҫarҫoveyȇ de nimȗna herȋ balkȇș ku xwe li ser bȋra mirov di ҫesipȇne serhildana 12 avdarȇ ya 2004 ya ku ji bajarȇ Qamișlo dest pȇ kiribȗ, ȗ li seranserȋ bajarȇn kurdȋ ȗ li der ve jȋ belav bȗ bȗ, di wȇ rojȇ de gelȇ kurd karȋbȗ ji rêjîma Sûriyê re bêje na ji beryar ȗ pirojeyȇn ewarte re.
Tișta ku (12) Avdara 2004 li bajarê Qamișlo rûda, wek ҫirûska ku bibe pȇtȋ, bȗyera ku li yarîgeha Qamîşlo qewimȋ ȗ li hemȗ șar ȗ bajarȇn kurdistana Sȗriya belav bȗ ta gihiște her parҫeyȇn kurdistanȇ ȗ derve jȋ ta ku kurdek li kȗ ba xwe pȇ re tȇkildar didȋt.
piştî serhildana 12Avdarê doza milletê kurd li kurdistana sûriyê kete qonaxeke nû û cuda de, dengvedaneke navxweyȋ, herêmî û cîhanî xurt kișand, miletê Sûrî jî tȇ gihișt ku miletekî kurd heye û xwedî xak, dîrok û nasname ya xwe ya taybet e, Kêşeya kurdî bû cihê lêpirsîn û giftûgoyê, ȗ șȇwaza xebata miletȇ kurd hate guhertin, vîna gelêrî ya kurd rêbaza xwepêşdan û çalakiyên aştiyane derxist hole.
Ango em di Karin bȇjin ku bi xwîna 32 pakrewanan derbirîna miletê kurd di wan rojên pîroz de li hember rȇjȋmȇ ȗ hemȋ kesȇ ku dixwazin miletȇ kurd tune bikin ȗ mafȇ wȋ bin pȇ bikin xurt û bi hêz kir. xwȋna pakrewana bȗ qelenȇ pȇnasȋna kȇșeya kurdȋ, ȗ dergehȇ ҫareseriyȇ di pașerojȇ de jȇ re vekir.
Xwepêşandan di dȋroka kurdȋ de berdewam bûn, û digelek bîranînan de kurdan berê xwe dane kolanan û xwepêşandan kirin.
di sala 2008 jî jibo redkirin ȗ șermezar kirina biryarnameyê (49) partiyên kurdî li ber dergehê perlemanê xwepêşandan kirin, polȋsan jȋ bi tundȋ, bi girtin ȗ lȇdan bersiv dan, ȗ pȇșwazȋ kirin, ku têde ҫendȋn serkirde hatin girtin ȗ ber lȇdanȇ ketin.
û wilo gelȇ kurd qad, meydan ȗ kolan ber nedan, heta ku em gihane şoreşa Sûriya ya ku li dijî rêjîma jinav çiwî rabû. kurd bi xwertî tevlî wê şoreşê bûn ku dawiya wê jinavbirin û ruxanfina rêjima Esedî bû.
Rȇjȋma nȗ ȗ kȇșeya kurdȋ
piştî ku rêjîma nû desthilat kire destê xwe, kurd bi hêvî û omîd bûn ku dema piştguh kirina doza wan çû û bû dema azadiyê, nexasim ku desthilata nû qaşo ji malzaroka şoreşê der çiwe, vêce dihate çaverêkirin ku wê bi dadmendî dest bavêje kêşeya kurdî û wê kurdan ji sitemê qurtal û rizgar bike, û wek nîşan dana niyeta pak ȗ jibo vekirina dergehȇ baweriyȇ tevgera kurdî ȗ encȗmena niștimanȋ ya kurdȋ pîrozbahî li serkirdeya nû kir û serkeftina wan pîroz kir û hêviya vekirina têkilî û danûsitandinê kir. lê mixabin xwiya ye ku desthilata nû (ibret) ji dîrokê ne girtiye, tu sûd ji wateyên serhildan ȗ xwepȇșandanan wernegirtiye û hîn di rêç û rêbaza rȇjȋma berȇ ya şofen de didûme û mafên milletê kurd binpê dike û dizwaze heyîna wî ya li ser xaka wî ya dîrokî tunne bike, ev yek ji gavȇn pȇșȇn yȇ vȇ desthilatȇ hate diyarkirin ku ҫend beryar ȗ helwest derҫȗne metirsȋdarin, pȇkanȋna komȋta kongerȇ netewȋ ȗ karȇ wȇ komȋte yȇ ȗ șȇwazȇ vexwendina endamȇn konger ku pȇkhateyȇn welat ȗ bi taybetȋ kurd berҫav nehatine girtin, ȗ pȇre jȋ destûra demkî ango ragihandina destȗrȋ ku mafê pêkhateyên Sûriya piştguh kirine, dewletȇ ber bi navendiyȇ ve dibe ku tekrewiyê diҫesipȋne, hȇz ȗ beryar tev di navendê de û destê serokê komarê de hiştine, ȗ ev rȇ li pȇșiya diktatoriytȇ xweș dike, ango zengilȇ metirsiyȇ lȇ xist, ȗ metirsiyek ji kiryarȇn desthilata nȗ tȇ pȇșbȋnȋkirin ku careke dî diktatoriyet serê xwe hilde û ezmûna rêjîma kevin dubare bibe, ȗ vȇ yekȇ kir ku tevgera kurdî daxwiyaniya xwe ya ku ne razîbûnȇ diyar diyar dike belav bike, ȗ hêzên civaka sivîl dîse berê xwe bidin kolanan û xwepêşandan li dar bixin.
Helwest ȗ berteka kurdan
helwesta tevgera siyasȋ ya kurdȋ li hember dȗrxistin ȗ piștguhkirina kurdan hișmend ȗ rasiyonae heta niha hișmend ȗ rasiyonal e jȋ, ȗ bihin ferehȋ nȇzȋkȋ vȇ mijarȇ bȗ ye, xwe bi xwekontrol kirinȇ ve girtiye, ji ber ku ew tȇkiliyȇn rasterast di pejirȋne ȗ xwe di sipȇre peywendiyȇn rȗbirȗ ligel rȇberiya nȗ ya li Șamȇ jibo jinavbirina kȇmasȋ ȗ șașiyan,ȗ ҫareserkirina xeletiyan ȗ sererastkirina helwestan,ku mafȇn pȇkhateyan ȗ bitaybetȋ gelȇ kurd li Sȗriya di makezagonȇ (Destȗr) eke bingehȋn ya berfireh ȗ dadmend de ku mafȇn hemȗ zaroyȇn Sȗriya her yek li gor taybetmendiya wȋ ya netewȋ ȗ olȋ misoger bike ȗ rȇzgirtinȇ bide mozayȋka gelȇn Sȗriyayȇ yȇn ku civakȇ dewlemend dike ȗ zengȋn tir dike ragehȋne.
tevlȋ vȇ yekȇ jȋ tu gerentî nîne ku ev kelandina kolanê wê di destê tevgerê de bimȋne û ji kontirolê der nekeve, dibe ku berdewamiya serokatiya nȗ li ser helwesta xwe ya dȗrkirinȇ li hember gelȇ kurd fișara kolana kurd bi ҫalakiyȇn xwe yȇn cȗr be cȗr ve ku vȇ marjȋnalkirin ȗ dȗrkirinȇ red dike ȗ nahile ku ezmȗna rȇjȋma berȇ dubare bibe, ȗ diwaze ku rȗpelekȋ nȗ jibo tȇkiliya dinavbera gelȇ kurd yȇ ku li ser xaka xwe ya dȋrokȋ ye ȗ desthilata nȗ li Șamȇ de, li ser rȇzgirtina hevbeș ȗ danpȇdana her aliyekȋ bi taybetiya yȇ dȋ vebe, ȗ her kesȇ xwedȋ maf bi gehe mafȇ xwe li gor peyman ȗ belgenameyȇn navnetewȋ, ji kontirolȇ der bike.
xwepȇșandanȇn ku derketine kolanan jibo șermezar kirina makezagona demkȋ (daxwiyaniya destȗrȋ) ya ku pȇkhateyȇn gelȇ Sȗrȋ piștguh kiriye ȗ nemaze gelȇ kurd yȇ ku miletȇ duyeme di welat de, ȗ li ser xaka xwe ya dȋrokȋ dijȋ, dȇ encamȇn nebaș ȗ xerab li pey xwe bȋne, ger ku desthelata nȗ hȇjȋ di nepejirandin ȗ piștguh kirina mafȇ rewa yȇ gelȇ kurd de here.
tevlî ku ew xwepêşandan, li du bajaran tenȇ rȗdan, hemȋ șar ȗ bajarokȇn kurdȋ jȋ ne vegirtine jȋ, ne li ser asta seranserî welat jî bûn, lȇ ew di mȋne nameyek, tekez dike ku gelȇ kurd di tekoșȋn ȗ xebata xwe de jibo mafȇ xwe yȇ netewȋ yȇ rewa na westihȇ, ȗ hȇ jȋ xwedȋ hȇz ȗ vȋne di red kirina zemȋnyeke ku ne li gor rastiya hebȗna wȋ ya dȋrokȋ li Sȗriya be.