nivîsa wêrek di rȗbirȗbȗna çanda tundiyê de

EBDILBAQȊ ELȊ

Tirs tenê tirsê çêdike, ȗ tu tişt ji bilî wêrekiya di nivîsandinê de ȗ baweriyeke tund ku roj bi pênûsên me yên paqij hiltê welat rizgar nake.

Yek ji beşên herî diyar ên gelan ku li hember zordarî û mîtingiyê berxwe didin, nivîskar, torevan û ramanwer in ku bi nivîs û afirîneriya xwe di rûbirûbûna sitemkariyê de bandoreke wan ya zelal berçav heye.

Di çandeke ku li ser tinekirina wijdan ȗ tehrîfkirina sinç ȗ exlaq hatiye avakirin de, nivîsandin çekeke bi hêz û wêranker a neheqiyê ye.

Ji lewra me baweriyeke tund heye ku nivîsên me yên azad û pênûsên me yên paqij wê me bigihênin serkeftin, azadȋ ȗ serfiraziyê.

Di dema guherîn û azadiyan de… dema rastiyê û peyva ku tarîtiyê ji holê radike û riyan ronî dike… riyên wêrekiyê yên ku di girtîgeh ȗ zindanan de an bi mirina hêdî û siyaseta hejarkirin û koçberkirinê bi dawîdibin, nivîsîn wekî ronahiya berbangê tê ku di kûrahiya tîbûna me ya azadî, dadwerî û mirovahiyê de diherike, ȗ ronahiya ramanên me hemû şikestinên tirs û êşan ji holê radike û em kaxezên xwe yên sipî bi hêviyê dinivîsin, da ku em bi qadên azadiyê ve rabin ȗ bilind bibin û kesatiya xwe diyar bikin… wê demê me mirovahiya xwe ya ku di cîhaneke ku bi hîle ȗ pîle, bi fort ȗ derewan hatiye boyaxkirin hatiye desteserkirin û windakirin, bi kar aniye……cîhaneke ku milet têde bi dolarekȋ tê firotin û beşên laşên mirovên ku li demokrasî, azadî û mirovatiya tolerans digeriyan di kolan, peyar û rêyan de raxistȋne ,dirûşmeyên rengîn ên ku berxwedan û rawestana xwe ya li dijî mêtingeriyê bilinddikin.

Di dema ku rûmeta mirovî di bin pêlavên leşkeran de tê parçekirin û mafên wî bi diranên siyasetmedar û mafyayên gelan, çêkerên neheqiyê tên birȋn,..di vê dema ku tevlihevȋ serdest biwe ȗ girtiye ser gelek mijaran, rewşenbîr û nivîskarên birûmet yên ku serî li ber hawara qȋrȋna terorîzma rewşenbîrî û hêza koștaran ne çemandine bê tirs tên, ȗ nivîsandinê wekî çek û ronahiyek pêwȋst Ji bo eşkerekirina birînên xwe û birînên miletekî di nav êşan de hildigirin.

dema ku em bi zelalî li civaka ku em her roj tê de dijîn dinêrin, em dibînin ku çanda bêdengiyê di nav gelê Sûriyê de serdest e, rejîm li ser rêbaza xwe ya tund, narsîst didomîne, ew guh nade tu kesî, digel ku ew û hemî dezgehên xwe yên ewlehiyê yên otorîter li ser zozanên qûmê radiwestin,ȗ Ji wê jî xerabtir ew e ku rejîmê li hember çanda azadîxwazî, demokrasî û guhertinê, alaveke nû ji xwe re, ku alava wêje û nivîsandinê ye, bi dest xistiye, ȗ bi sedan nȋvnivîskar û nîvrewşenbîr ji bo bidestxistina pere û navûdengiyê li ser xalîçeyên desthilatdariyê bi koratî û ramanên derewîn ên hezkirina welat û welatparêziyê li dijî parêzvanên demokrasî û guhertinê șer dikin ȗ rejîma dîktator wan weke berdevkên medyayê bi kar tîne, lê ev ronakbîr û nivîskarên şarlatan yên kedîkirî  hindik in li ber hêza gel yê ku dibe hinekî bêdeng be, lê her kêliyê dibe ji nișkave weke volqanê bi fȗre, elîteyên ku bêdengiyê dişkînin û axaftinê dipejirênin, ew parêzvanên demokrasî û guhertinê ne, ji bo avakirina wlatekȋ azad, yasa û dadweriyê têdikoşin, li gel ku girtîgeh ȗ zindan her tim li benda wan in ji ber serdestiya yek partiyê li ser jiyana giştî.

Meyla ber bi jiyaneke nû û azadiyê ve, weke ezmûneke mirovî ya kûr û hêviyek mirovî, di nava civaka Sûriyê de elîteyek ango komelek rewşenbîr û nivîskarên sûrî yên ku ji azadî û guhertinê hez dikin bi girêdanên xwe yên cuda yên rewşenbîrî û siyasî ve afirandine ku bi wêrekî û mêranî rûbirûyê makîneya zilm û tundiyê dibin, ew șahsiwar ȗ şovalyeyên heqîqetê û gotina rastî ne, ew ne tenê ji aliyê desthilatdaran ve şerê wan tê kirin, lê belê ji aliyê hevalbend û kirêgirtiyên rejîmê ve jî rastî rexne û tehrîfkirinê tên û wan dike komploger û ne welatparêz.

Hinek ji wan hatine zîndanîkirin û hinek ji wan ji karên xwe de hatine dȗrxisin û ji jiyana xwe bêpar mane da ku wan vegerînin zindanên bêdengiyê, di heman demê de ku em wan nivîskar û helbestvanên kirêkirî ên ku desthilatdariya totalîtarîzmê ȗ tekrewiya ku dibine hêmanên hebûn û berdewamiya rejîmê, bi rûmet dikin, di her karesat, bobelat û şerê ku biser milet de tên di rêzên paş de tên dîtin.

Ev çeteyên kirêkirîyên hanê encama ezmȗneke tal û bandora Kontrola sitem û neheqiyê ne.

Zimanê tundûtûjî, bêdengî û mêtingeriyê dest dest bi xwarina xwe kiriye, ji ber ku dinya, çarenûs û dem bi tevayî bi bayê azadî û guhertinê re birêve diçe, bi gotina rast û pênûsa azad û zelal em dikarin hemû tarîtiya zemînê ji holê rakin û ev hemû jî ji bo ku welatê xwe têxin ser rêya demokrasî û diyaloga aştiyane ya ku bê guman tê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…