facebook

Nezîr Palo ne helbestvan ba, we min li vir nedidît.

Qado Şêrîn

Do şahiya helbesta Nezîr Palo bû,

Piştî min rexneyên tûj û giran li helbestên Nezîr Palo kirin, me ew kenê ji dil avêt ser pişta helbestê, êdî ji bo min piştrast bû ku Nezîr Palo di asta rexne û helbestê de ye.

Min di destpêka axaftina xwe de got: Nezîr Palo ne helbestvan ba, we min li vir nedidît.

Helbestvan ew e yê ku ji helbesta xwe bawer be, êdî rexneyê bi kêfxweşî dipejirîne.

Helbesta serkeftî û rasteqîne ew e ku mirov dixwîne, nalikume, naraweste, û li movika dawî bêhna mirov derdikeve, û di navbera xwe û nefsa xwe de dibêje: xweş bû.

Kêm in yên helbesta baş û ast blind di dema dijîtal de dinivîsin, Nezîr Palo yek ji wan e.

Berdewam bike dosto, helbest li te digere, giyanê me jî bi xwendina wê re rihet dibe.

——————

https://www.facebook.com/qadosherinn/posts/pfbid04tdZdNvg2h1UpjAenQLVMUt9uFzoRZJEGzEQsaT9neMiLayPhARFSLEPzSNfEWtNl

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: nivîskar

Yekxistina Pêşmerge 

Ali Jouma Yekxistina Pêşmerge girîngtirîn dosya li Herêma Kurdistanê ye, ji hilbijartinan û pêkanîna hikûmetê jî girîngtir e, ji ber ku ew…

Kobanî

Helbest: Rewan Oso Kobanî, dîtina te tevdana birînan e, Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e… Dema herikîna hêsiran, Xak…