Nerînek di derbarê diyaloga Kurdî – Kurdî de

Hişmend Şêxo

Berî bi Çar salan de danûstandinan di navber Encûmena Niştimanî ya kurdî û Partiyên Yekîtî ya Niştimanî ya Kurdî de destpêkir lê heya bi vê kêliyê ew hewildan ji ber gelek sedeman û bi taybetî ji ber sedemên herêmî û kurdistanî bê ber û encamin , Herwiha hin caran ev danûstandin di navber herdu aliyan de tên rawestandin ,  bi dîtina me mîkanizmên herdu aliyan çewt bûn dema ku herdu aliyan mijarên rêzanî gotûbêj kirin û bi taybetî nerîna siyasî û lêvegera kurdî û rêveberiyê bêyî ku li aliyên sereke di nav tevgera kurdî de vegerin herwiha hemû xebatkarên din ên derveyî herdu çarçoveyê de , û ne gotûbêj kirin û bi pêşxistina nakokiyên di navber wan de hiştin ku rê li ber vê diyalogê were xetimandin û diyalog rawestiya û bi serneket.

Em di “Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê” de tevî em ji vê pêvajoyê hatin bidûrxistin lê ji roja yekem de û heya bi vê kêliyê em piştgirin ji vê diyalogê re ji ber ku em bawerin ku tu alî ji tevgera kurdî bi tena xwe nikarin nûnertiya gelê kurd bikin ne li hundir welêt û ne li korukombûnên navdewletî , lewre yekîtiya aliyên kurdî erkekî netewî û niştimanî ye û ji her kesî tê xwestin ku xebatê ji bo wê bike.

Hemû hewildanên ku ji bo yekîtiya tevgera kurdî têne kirin li cem me ciyê rêzgirtinê ne û bi nerîna min lêvegera rêzanî ya kurdî divê li ser van binemayan were ava kirin :

1- Diyalog ne tenê di navber ENKSê û PYNKê de bin , ji ber ku partiyên sereke hene herwiha daku civaka sivîl , kesayetiyên welatparêz û serbixwe neyên bidûrxistin , di vê çarçewê de em dibînin ku şêweyê herî pêkan lidarxistina kongireya niştimanî ya kurdî ya Sûrî ye.

2- Divê lêveger wek tîmekî kar yekgirtî be karûbarên wê nûneratiyeke rasteqîn di hemû korukombûnan de berevaniyê di ber mafên netewî yên rewa ji gelê kurd re bike.

3 – Divê lêvegera kurdî gava yekem be ji avakirina peywendiyan di navber pêkhateyên din ên li herêmên kurdî dijîn.

4 – Divê lêveger pişkdar be di têvedana pirosêsa siyasî li welêt bi hevkariya hêzên niştimanî û dîmoqratî yên bawermend bi çareseriya siyasî li gor biryara navdewletî 2254.

5 – Lêvegera siyasî divê li gor helwesta herdu aliyên rêjîm û rikberiyê ji doza kurdî danûstandinê bi wan re bike.

6 – Avakirina tîmekî dîplomasî ji bo piştgîriya doza kurdî li cem dewletên xwedî bandor di mijara Sûrî de.

7 – Dabaweriya hêzên navdewletî bi pêwîstiya peydakirina nûneratiyeke serbixwe ji kurdan re li Cinêvê yan li cihekî dîtir ji bo lêgerîna çareseriyekê ji doza Sûrî re , û vexwendina civaka navdewletî ku fişarê li ser rêjîm û rikberiyê bikin ji bo çespandina mafên  netewî yên gelê kurd di distûrê Sûriyê de.

Ev xalên jorîn ên ku me xuya kirine weke nexşerêyekê ye ji karê lêvegera rêzanî re ya ku ji Çar salan ve li ser alavên ragihandinê pê tê denkirin , di dawiyê de careke din em tekez dikin ku eger aliyên sereke yên tevgera netewî ya kurdî ne di nav vê diyalogê de bin wê çarenûsa wê jî wek peymana Hewlêr û Dihokê bin.

Di vê derbarê de hêjayî gotinê ye ku hewldan û xebateke hêja hate kirin di navber herdu partiyên hevpeyman û bira de “Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê” û “Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) de ku hevpeymana karê hevpar bi hevre îmze kirin û piştre nêrîneke rêzanî hevbeş derxistin , herdu partiyên bira bi vê xebata xwe hêviyek û dendikek ji nêzîkbûna kurdî – kurdî re çandin û çalakiyên cihêreng di asta cemawerî de li hemû herêmên kurdî bi hevre kirin , vê xebatê hêviyên gelê me bilind kirin ji ber ku ev xebata gaveke ber bi avakirina biryara rêzanî kurdî ye ji bo çareserkirina doza netewî ya kurdî û çareserkirina hemû doz û pirsgirêkên niştimanî yên Sûrî.

8 / 9 / 2024 Z – 2636 K

* Endamê Komîta Navendî ya

Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Kara Wezîrê Êşo

Di malpera pressin.ifo da gotarek bi sernivîsa “Em ne kurdên Sovyetê ne, em kurdên Qefqasyayê ne!” ( https://pressin.info/kurdi/2034 ) hatibû weşandin, a ku li ser daxwîyanîyên Hejarê Şamil hatibû nivîsîn, ango ew vegotina daxwîyanîyên wî ne…

Meriv dixwîne û matma dibe!

Helbet, wek ku dibêjin, di cîhanê da…

Fewaz Ebdê

Li Kazaxistanê

Li gundekî bi siya Stalîn tozgirtî

Bi çavin bêbawerî

û bi devekî vekirî

mîna şikefteke efsûnî

ji nav rûpelên dîrokê reviyabe

bîrdankek ji bin berfê rabû

û xwe avêt himêza çîroka mim.

<p...

Şêrkoh Mihemed

Li wirî tu hey xarîbê nêzîk

Li wir, dirêjbuna destê Jiyana min

Sal û Dar û … Bûharî

Bîra bayê hêzdar ji Bakurê laşê min

Başkên ji min û te, Çih lime çaxê rojava

Tenkdikî ..

ger tû li wir be …. Ez hema

<p...

Ebdûlazîz Qasim

Di zimanê kurdî de, pênc çawig (rader) hene, ew jî (an, în, din, tin, ûn), lê di axaftina kurdî (zarê kurmancî) de şeş çawig têne dîtin, ku çawigê (rin) li wan zêde dibê, lê di (zarê Soranî) de, çawigê R li ser çawigê D tê hijmartin, mînak:

Kurmancî: Birin,…